Kurdên Rojava û guhertinên mezin-Tariq Hemo

Kurdên Rojava û guhertinên mezin-Tariq Hemo

Dewleta Sûriyeyê rastî guhertinên mezin tê. Piştî 2 salan li ser derbasbûna serhildana gel û kuştin û windakirina zêdeyî ji deh hezaran hezar kesî, êdî ev dewlet nema bi forma berê dimîne. Şer di navbera komên netewî û mezhebî yên Sûriyeyê de derketiye. Gelek komkujî rû dane. Her komek mezhebî destekê ji hêzek heremî distîne, da ku koma din têk bibe, an jî bê bandor bihêle. Şerekî qirêj rû daye. Jin û zarok tên gulebarandin.

Li hemberî vî şerî divê gelê kurd (dora 3 milyonan û 15% ji tevahiya gelê Sûriyerye) çi bike? Wek tê zanîn Rojavayê Kurdistanê bêyî xwesteka gelê kurd bû beşek ji dewleta Sûriyeyê ye. Dema împratoriya Osmanî rûxiya, hêzên kolonyalîst heremên kurdan bi ser heremên ereban ve vekirin û mirovek ji malbata Haşimyan ji Mekayê anîn û ew li ser textê Sûriyeyê danîn.

Di sala 1922’an de Frensa ev dewleta nû girt dest xwe û wek hêzek mandat ji aliyê Neteweyên Yekbûyî hate qebûlkirin. Dagirkiriya Frensayê heta sala 1946 an dewam kir. Ji bo kurdan helwesta Frensa pir xerab bû.Tevî ku welatê bi navê Sûriyeye li ser çend “dewletên” biçûk dabeş kir, lê ji ber zextên dewleta tirk û berjewendiyên xwe, Parîsê dewleta kurdan li herema Hesekê ava nekir.

Dewleta Duruziyan, ya Elewiyan hebû, lê ya kurdan nebû. Her weha hêzên kolonyalista Frensayê cih li endamên komeleya Xuyebûnê teng dikir û welatparêzên kurd digrt bin çava. Mirovên tekoşer yên ji bakur ji ber zulma Osmaniyan û piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd hatibûne rojava û Şamê, ji aliyê Frensa ve dihatin girt û êşkencekirin. Jixwe ziman û çanda kurdî jî qedexe bû.

Ji ber vê siyaseta Ferensa gelek caran kurdan serî hildan û bi hêzên vê dewleta daigrker re ketin pecûnên çekdarî

Piştî hêzên Frensayê ji Sûriyeye derketin, hîmên dewletek ereb hate avakirin. Tevî ku kurdan mil bi mil bi ereban re ev welat azadkirin, lê dîsa nasnameya kurdî nehate nasîn. Dewleta Sûriyeye ya di navbera 1946-1958 an de hêdî hêdî ber bi hizra nasyonalîzima ereb ve diçû. Lê di wê demê de navê dewletê bi fermî “komara Sûriyeye” bû û hîna nebûbû “Komara Ereb a Sûriyeyê”. Pirsa Filistînê bandorek mezin li rêvibirên vê dewletê dikir. Wan bi “yekîtiya ereban“ bang dikir û xelasiya gelê ereb yê Filistînê ji xwe re kiribûn armanc. Her weha divê were gotin ku şoreşa Başûrê Kurdistanê jîbandorek li ser van kesan hebû. Wan helwestek xerab li dijî tevahiya kurdan stendibûn.

Di salên 1958-1962 an de dewleta Sûriyeyê bi Misrê re kete nava yekîtiyekê de. Gelê kurd di van salan de jî êşek mezin kişand. Rejîma ereb ya ku derbe li Şamê li dijî vê yekîtiya bi Misrê re pêkanî, li dijî kurdan dîn û har bû. Yekser navê komarê kir „komara ereb a Sûriyeye“ da ku qaşo xwe netewperest nîşan bide. Di heman salê de, komkujiyek li himberî kurdan li bajarê Amûdê pêk hat. Bi qasî 350 zarokên kurdan li Sînemayê şewitîn. Heta niha ev bûyer tê nuxumandin.

Qet bi fermî nehateye behskirin. Di heman salê de vê rejîmê rapirsek li herema Hesekê pêk anî û di encamê de bi qasî 150 hezar kurdî ji nasnameya Sûriyeyê avêt. Ev ji bilî siyaseta girtina tekoşerên kurd yên mîna Osman Sebirî, Cegerxwîn, Nûraldîn Zaza, Celadet Bedirxan, yên ku di sala 1958 an de yekemîn partiya siyasî ya kurdên Rojava ava kiribûn.

Siyaseta înkar û îmahayê weha dewam kir heta sala 1963 an dema partiya Bahs hate ser desthilatiyê. Bi vê yekê re qonaxek nû dest pê kir. Êş û azarên kurdên rojava zêdetir bûn. Di sala 1972-1974 an de bi sedan malbatên ereban li heremên kurdan hatin bi cih kirin. Projeya „kembera erebî“ pêk hat. Armanc erebkirina herema Hesekê bû.

Siyaseta general Hafiz Esed li dijî kurdan siyaseta jiholrakirinê bû. Di sala 1998 an de bi Tirkiye re peymanek imza kir, li gorî wê bi sedan tekoşerên bakur radestî Enqerê kir û bi hezaran kurdên rojava yên alîgerên tevgera azadiyê girt bin çava. Vê siyasetê ji 1970 heta 2000î dewam kir.

Di sala 2000î re kurê general Hafiz Esed, Beşar Esed hat ser desthilatiyê. Wî jî heman siyaset berdewam kir. Di sala 2004’an de komkujiyek mezin li dijî kurdan pêk anî. Nasname û zimanê kurdî qedexe bû. Bi sedan welatiyên kurd radestî Tirkiye kir û bi sedan jî girt. Gelek welatparêzên kurd kuşt.

Kesên mîna perlemanter Osman Silêman, Ehmed Hisên Hisên ku rêviberên PYD bûne û Şêx Maşûqê Xeznewî di bin êşkenceyê de kuştin.

Rejîma Esed her weha ferman derxistin liva avakirinê li heremên kurdan qedexe kir. Ambargoyek aborî danî ser kurdan. Di encama vê siyaseta hovane de bi sedhezaran kurd koçber bûn.

Vê siyasetê jî heta 2011 an dewam kir. Heta serhildana gel. Esed tevî hemû şert û mercan tu maf neda kurdan. Berovajî vê yekê amedekariya xwe ya lihevkirina bi tirkan re dikir û buhayê vê yekê jî “zêdetirîn çewisandina kurdan“ nîşan dida.

Dewleta tirk destê xwe dirêjî muxalefeta Sûryeyê kir. Ew bi xwe ve girêda û li himberîkurdan sor kir. Niha ev muxalefe nasnameya kurdan qebûl nake. Her weha komên çete jî bi ser heremên kurdan şand da ku heremên wan xerab bike û rê li ber xweseriya demokrat bigre.

Tevgera Azadiya Kurdistanê bi vê pîlana Tirkiye dizanîbû û amedekarî kiribûn. Di 2011 an de YPG hate damezrandin. Bi hezaran kec û ciwanên Kurdistanê tevlî vê hêzê bûn. Heta niha YPG kurd û welatiyên li rojava dijîn parastne. Rê li ber hêzên çeteyên girêdayî al-Qaîda û AKP’ê girtine û li Efrîn, Heleb û Serê Kaniyê derbeyên mezin li wan xistine.

Di dema pêş de dê ev hêz zêdetir bi ser kurdan de werin. Divê bi gelên Sûriyeye yên din mîna Elewî, Durzî û Xirstiyan lihevkirin werin kirin da ku rê li ber van hêzên teroryane bêtin girtin. Divê bê zanîn ku Sûriyeye heta niha wek dewlet, ne wek rejîm li dijî hebûna kurdan bû. Hemû rejîmên Sûriyeye kurd qebûl nekirine. Ev rejîma bêt jî kurdan qebûl nake.

Li ser vê rastiyê divê kurdên rojava amedekariyên xwe bikin…