Kurdên li Ewropayê li dijî terora dewletê li ser piyan e
Li bajarên Elmanya Koln û Berlînê, li bajarê Îtalya Torîno Kurdistanî daketin kolanan û polîtîkayên terorê yên dewleta Tirk protesto kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
şemî, 19 rezberê 2015, 07:52
Li bajarên Elmanya Koln û Berlînê, li bajarê Îtalya Torîno Kurdistanî daketin kolanan û polîtîkayên terorê yên dewleta Tirk protesto kirin.
KOLN
Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û Meclîsa Jinê ya Viyan ên li bajarê Elmanya Kolnê li hev kom bûn, daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di dema dayîna daxuyaniyê de nêzî sed jin li ber pankarta bi nivîsa "Em jin ji şer re dibêjin na" civiyan. Koma ji jinan, piştî serdana konê çalakiyê yê ji roja Duşemê û vir ve hatiye vedan, li ber deriyê bingehîn ê Dêra Domê ya dîrokî, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ol, ziman û nîjadê êşê nîne û hat gotin, "Em li erdnîgariyeke welê dijîn, ku rondikên çavên dayikan her roj dibarin. Gerîla yan jî leşker, em dixwazin ev mirin biqedin. Bila ti kes nebe hevparê şerê AKP'ê."
Daxuyanî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê, li dijî terora dewletê ya li Cizîrê, çalakiyeke ji bo sê rojan hat lidarxistin. Çalakiya ku roja Çarşemê danê nîvro li ber Brandenbûger Tor destpê kir, heta roja Înê dewam kir.
Di çalakiyê de êrîşên li hemberî avahiyên HDP'ê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. Di dema çalakiyê de gelek belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin.
TORÎNO
Li Torîno jî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan û êrîşên li hemberî gelê Kurd hatin şermezarkirin. Çalakiya ku Navenda Çanda Kurd a Torîno, koma Apînî Lîberî û hejmareke zêde dostên Kurdan û rêxistinên civakî yên sivîl destek dan, li Meydana Castello pêk hat. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, li ser navê KCD-E Kanî Mîran peyivî.
Di çalakiya ku meşaleyên kesk, sor û zer hatin pêxistin de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCD, PYD û PKK'ê hatin hilgirtin.
Koma li ber televîzyona RAI çalakî pêk anî, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Bijî YPG" û "Kuridstan wê ji faşîzmê re bibe goristan" qîriya.