Hat ragihandin ku duh li bajarê Sûriye Reqayê hin kes an jî kesek nenas gule li wesayîtek a Kurdan reşandin û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di 25’ê îlonê de li bajarê Reqayê hin kes an jî kesek nenas gulle li wesayîtek a Kurdan reşand, di encamê de kesê bi navê Elî Brahîm Îsmaîl jiyana xwe ji dest da û kesên bi navê Cemîle Qadir Îsmalî, Fatma Qadir û Xelîl Heyder birîndar bûn.
Cenazeyê Elî Brahîm Îsmaîl duh li bajarê Kobaniyê spartin axê.