Koordînasyona Şengalê: PDK li Şengalê li pey provakasyonane

Koordînasyona Şengalê, têkildarî 2 pêşmergeyên dildar ên nêzî 60 salî ku duh li Şengalê windabibûn û mirî hatin dîtin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku her 2 cenaze li navbera 2 nuqteyên Asayîşa PDK’ê de hatine dîtin.

Koordînasyona Şengalê, têkildarî 2 pêşmergeyên dildar ên nêzî 60 salî ku duh li Şengalê windabibûn û mirî hatin dîtin daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku wan windabûna van her du dîldaran ji berpirsên PDK'ê yên Şengalê bihîs û wiha hate gotin: “ Piştî ku ev bûyer hate bihîst û şûn de, bepirsê ku li wê herêmê ev kes dîtin li hevalên me geriyan û gef li wan xwarin û weke berpirsê bûyerê dan nîşan kirin. Ev yek dide nîşan kirin ku destên qirêj di nava bûyerê de hene.

'PDK LI ŞENGALÊ LI PEY PROVAKASYONANE'

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi taybet di rojên dawiyê de, daxuyaniyên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê dayîn û li herêmê temaşekirina bûyerên provekatîf ên ji aliyê rêxistina îstîxbaretê ve tê kirin, tê xuyakirin ku ev bûyer bi armanc hatiye kirin. Kesên temenê wan ser bi 60 saliyê re û li Şengalê karê operatoriya kepçê dikirin û bi hestên xwe yên welatparêzî xizmeta Şengalê dikirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Her du kes bi rengekî nemirovane û bêxlaqî qetilkirin û avêtin rexê rê. Amêr û çekên wan dizîn, ev yek karekî ji mirovahiyê dûre. Ji dema ku ev bûyer pêk hatiye û şûn de daxuniyên me gunehbar dikin tên dayîn. Bi taybet gruba Rûdaw di weşîne. Ev yek dide nîşan kir ku van bûyeran bi aranc dikin û di avêjin li ser me. Em van gunehbariyan red dikin. Cenazeyê her ku welatparêzan di navbera her du asayîşan de hatiye dîtin."

'EV SÛÇ BI PÎLAN HATE KIRIN'

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ku ev bûyer bi awayekî pîlankirî ji berê de hatiye amadekirin û duh jî xistin meryetê. Di daxuyaniya Fermandariyê de wiha tê ragihandin; "Weke tê zanîn li Şengalê ji derveyî hêzên HPG, YBŞ û pêşmergeyan gelek hêzên din ên çekdarî ji hene. Ji roja destpêkê ya ku em hatine Şengalê ve me bi dehan caran bang kiriye ku werin em bi hevre bi fermandariyek hevbeş bi rengekî koordîne kar bikin. Lê PDK'ê erênî bersiv neda. Ji ber vê yekê berpirsên sereke ewin, yên ku nehatin beşdarî pêşniyara me ya pêkanîna fermandariya hevbeş nebûne."

'BI BEŞDARIYA HEMÛ HÊZAN BILA LÊPRISÎN BÊ DESTPÊKIRIN'

Koordînasyona Şengalê bi bîr xist ku Herwiha ji derveyî vê bûyerê di wan çend rojên dawiyê de çend bûyerên çavkaniyên xwe ji pirsgirêkên civakî û malbatî digrin çêbûn. Hin cinayetên civakî kirina bûyerên siyasî, peywendiya bûyera duh jî bi van lîstikên qirêj ve hene. Herî dawî wiha hate gotin: “Pêwîste demil dest ev bûyer bê lêkolînkirin û lêpirsîn kirin, encam bên eşkere kirin. Ji bo vê yekê em bang dikin û pêşniyar dikin ku, komîsyonek bê avakirin di nava hemû hêzên li Şengalê hene lêpirsînê bide destpêkirin. Eger pişt vê bûyerê niyetek hebe bila bê eşkere kirin."