Koordînasyona Kantonên Rojava jî êrîş şermezar kir
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, bomberdûmana dewleta Tirk a li herêmên Efrîn û Şehbayê tê kirin, bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:
"Balafirên şer ên Tirk ji şevê din ve, gundên Um Qura, Um Hoş û El-Hesiye yên li herêmên Şehbayê ku ji aliyê hêzên şoreşger ve hatin rizgarkirin, bi dijwarî bombebaran dikin. Bombebaran piştî rizgarkirina 5 gundên herêmên Şehbayê, bendava Şehbayê û navenda Syriatel ji çeteyên DAIŞ′ê bi çend saetan, pêk hat. Bombebarana herêm û gundên Kantona Efrînê jî didome. Di encamê de, bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Em Koordînasyona Giştî ya her sê Kantonên Rojava ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, destwerdana Tirkiyê şermezar dikin. Em ê bi hemû derfetên xwe hewl bidin, parastina welatiyên sivîl ên tevahiya herêma Bakurê Sûriyê bikin. Tirkiye bi van kiryarên xwe, careke din îsbat dike ku ew çeteyên DAIŞ′ê diparêze û diyar dike ku ew ji rizgarkirina gundên herêmên Şehbayê ya ji çeteyên DAIŞ′ê ne razî ye.
Em bang li raya giştî ya cîhanî, Desteya NY, DYA, Yekîtiya Rûsya, tevahî rêxistinên hiqûqî û saziyên civaka sivîl dikin ku bêdeng nemîne û zextê li ser Tirkiyê bikin, da destwerdana xwe yên li ser herêmên Rojava rawestîne. Tirkiyê bi van kiryarên xwe, hemû hevpeymanên navneteweyî binpê dike.
Em hêvî dikin ku civaka navneteweyî li hember kiryarên Tirkiyê bêdeng nemînin.
Em bang li hemû pêkhateyên Sûriye dikin ku li hember bombebarana Tirk bibin xwedî helwest."