Koordînasyona Kantonên Rojava 1'Gulanê pîroz kir

Koordînasyona Giştî ya Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê 1'ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz kir.

Koordînasyona Giştî ya Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê 1'ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz kir. 

Têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran Koordînasyona Giştî ya 3 Kantonên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Daxuyaniya Koordînasyonê bi vî rengî ye: "Îro 1’ê Gulanê cejna karkerên cîhanê ye. Di vê rojê de hemû şehîdên karker û rêveberên karkeran ku sala 1886’an li Emerîka dixwestin hejmara saetên kar bibin 8 saet û mafê karkeran bêne parastin bi bîr tînin. Di vê rojê de wate û nîşaneyên hemû karekerên cîhanê hene, ev roj nûnertiya karkerên me yên qehreman di hemû salan de nîşan dike.

Em wekî Koordînasyona Giştî ya Serokatiya Meclîsên Rêveber dibêjin ku 1'ê Gulanê ne rojeke şahiyê tenê ye lê belê roj tevgera karkerên Rojava ye. Di vê dema  ku li Sûriyeyê û Rojava êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê hene de hêzên YPG û YPJ’ê berxwedaneke mezin nîşan didin. Em careke din dubare dibêjin rêya çareseriyê projeya Xweseriya Demokratîk e, yekîtiya û çarenûsa hevbeş a di nava hemû pêkhateyên Rojava de ye.

Bi vê munasebeta dîrokî ya pîroz em careke din vê rojê li hemû karkerên cîhanê pîroz dikin û em hêvî dikin ku ev roj bibe roja yekîtiya di nava karkeran de, da ku bibe bendeke xurt a li dijî hewldanên dagirkirinê ku ji aliyê hêzên tarî ve pêk tê. Bibe roja yekîtiya enerjiya hemû aliyan a ji bo avakirina civakeke demokratîk, mafê hemû karkeran biparêze. Pêwîste em hêza xwe bikin yek da ku em bersiva hêzên dixwazin vîna gelê me ya azadîxwaz û demokratîk têk bibin, bişkînin."