Kontrola rêya navneteweyî ya diçe Helebê ket destê YPG’ê

Di pevçûnên duh bi şev ên li rojavayê Til Temirê de 3 nuqte ji çeteyan hatin rizgarkirin û kontrola rêya navneteweyî ya diçe Helebê ket destê hêzên YPG/YPJ'ê. Hat ragihandin ku li herêma Holê jî 6 çete hatine kuştin

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandin, duh bi şev li herêma 35 kîlometre li rojavayê Til Temir li derdora rêya navneteweyî ya diçe Helebê, di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket. Di encama pevçûnên ku heta derengî dom kir de, 3 nuqte ji çeteyan hatin girtin û kontrola rêya navneteweyî jî ket destê YPG/YPJ’ê. Der barê encamên pevçûnan de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin.

Li herêma Hesekê jî, şer û pevçûnên ku duh li gundê Salihiyê yê dikeve rojavayê bajar destpê kiribûn, hîn dom dikin. Ji ber ku pevçûn berdewam dikin, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li gundê Um El-Şok ê girêdayî navçeya Hol a Hesekê jî, çeteyên DAIŞ’ê şevê din hewl dan ku êrîşî cihên YPG’ê bikin. Li ser vê yekê şervanên YPG’ê bersiv dan û pevçûn derketin. Di pevçûnan de êrîşa çeteyan hate şikandin û gelek çete hatin kuştin. Ji çeteyên ku hatine kuştin cenazeyên 6’an ketin destê şervanên YPG’ê.