HPG’ê ragihand ku kontrola gerîlayên yên li ser navçeyên Colemêrg û Botanê berdewam dike û aşkere kir ku gerîlayan li ser rêya navçeya Berwarî ya Sêrtê û navçeya Şaxê ya Wanê rê kontrol kirine. HPG’ê da zanîn ku di çalakiya li Qilabanê de 3 leşker hatine kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê kontrola gerîlayan a li ser herêmên Zagros û Botanê, çalakiyên gerîlayan ên li seranserê Bakûrê Kurdistanê û êrîşên hewayî yên li ser Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî da.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê ‘Tevgera Şoreşgerî” ya gerîlayan a li Şirnex û Colemêrgê de ev agahî da; “Di 2'ê Îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê û derdora wê de Tevgera Şehîd Adil û Şehîd Nûda hatibû destpêkirin hîn jî berdewam dike.
LI SER RÊYA BERWARÎ-ŞAXÊ KONTROL
Gerîlayên me yê serdestiya herêmê di destê xwe de digirin di 5'ê Îlonê de di navbera saet 07.00-09.00'an de di navbera navçeya Berwariya Sêrtê û navçeya Şaxa Wanê rê kontrol kiriye. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontorlkirin û di derbarê pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin. Di 5'ê îlonê de di danê sibê de di çarçoveya operasyona li dijî Katoyan a ji aliyê artêşa dagirker a tirk lidarxistibû de gerîlayên me leşkerên dijmin li Girên Kerkol û Kejala tengav kiriye.
DERBE LI HELÎKOPTERÊN XISTIN
Di 6'ê îlonê de (îroj) di saet 06.30'an de li dijî helîkoptereke skorskyan a ji bo leşkerên ji vir re alav vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve.
Di 5'ê îlonê de di saet 18.00'an de li nêzî Girê Bêboskê ji aliyê gerîlayên me ve li dijî helîkoptereke skorskyan çalakî lidarxistiye di encama vê çalakiyê de helîkoptera derbe xwariye neçar maye li Tûgaya Elkê bi lezgînî dakeve.
LI KATOYÊ PEVÇÛN
Hewldanên dijmin ên vala derketine ji ber vê di 5'ê Îlonê de di navbera saet 11.00-12.30'an de li dijî Çiyayê Kato bi baleferên şer êrîşên hewayî hatiye lidarxistin. Helîkopterên kobrayan ên xwestine herêmê bombebaran bikin ji ber rastî berxwedana gerîlayên me hatine, li vir demeke dirêj pevçûn qewimîne. Piştî pevçûnan helîkopterên kobrayan naçar mane ji herêmê dûr bikevin.
LI ŞEMZÎNANÊ KONTROLA RÊ
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin; “Di 5'ê Îlonê de di navbera saet 09.00-18.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê û di navbera herêma Gerdiyayê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrolkirin û ji gel re di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.”
LI QILABANÊ ÇALAKÎ: 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ya li navçeya Qilabana Şirnexê de jî ev agahî da, “Di 5'ê Îlonê de di saet 16.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî baregeha leşkerî ya Meymûn ê li ser xeta sînore li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestiye li vê herêmê operasyonê lidarbixîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerê dijmin hatine kuştin.”
LI DIJÎ ŞANTIYEYÊ ÇALAKÎ
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê aşkere kir ku di 3'ê Îlonê de di saet 14.30'an de li zozanên Fenk ên Osmaniyeyê li dijî şantiyeyeke bi artêşa “dagirker” a tirk re hevkariyê dike “ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemû wesayitên li şantiyeyê ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatine rûxandin.”
10 TIR HATIN ŞEWITANDIN
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 5'ê îlonê de di navbera saet 18.45-19.45'an de riya Hevrmêş a di navbera Bedlîs û naçveya Hawêl a Sêrtê ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û got; “Gerîlayên me yê nêzî 500 wesayitî rawestandine 10 tirên şîrketê bi dijmin re hevkariyê dikin û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dikin bi şewitandinê hatiye rûxandin.”
LI ÎDÎRÊ ÇALAKÎ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 5'ê îlonê de di saet 12.30'an de li Îdirê li nêzî qereqola Korxanê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
LI OSMANIYEYÊ ÇALAKÎ
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê çalakiya li Osmaniyeyê girt ser xwe û got; “Di 3'ê Îlonê de di saet 14.30'an de li zozanên Fenk ên Osmaniyeyê li dijî şantiyeyekebi artêşa dagirker a tirk re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemû wesayitên li şantiyeyê ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatine rûxandin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Li Dersimê li dijî Çet, Sarısaltık, Kizilmezra û Girê Gozetleme yên bi ser navçeya Xozatê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi rengê kemîn vedanê operasyon hatiye lidarxistin.”
LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÊRÎŞ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê êrîşên hewayî yên li ser Başûrê Kurdistanê de jî ev agahî da:Di 5'ê Îlonê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qeladizê li dijî Gundê Sûredê, Silê û Girê Casûsê yê bi ser Qendîlê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
Di 5 û 6'ê îlonê de him bi roj him bi şev li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Şeladizê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata daristanê ya li Gundê Spîndarokê, Girên Angola û Ferhat û Geliyê Şîvê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”