Kontrayan rêya bejahî ya Amed-Çinarê birîn
Kontrayên bi maske rêya Amed-Çinarê birîn û nasnameya welatiyan kontrol kirin. Hat ragihandin ku kontrayan ji gel re gotin "PKK'yî wê di vir re derbas bibin, em li benda wan in."
Kontrayên bi maske rêya Amed-Çinarê birîn û nasnameya welatiyan kontrol kirin. Hat ragihandin ku kontrayan ji gel re gotin "PKK'yî wê di vir re derbas bibin, em li benda wan in."
Kontrayên rûyê wan bi maske yên ku rêya bejahî ya Wêranşar-Amedê birîbûn û nasnameya welatiyan kontrol kiribûn, vê carê xwe li ser rêya bejahî ya Amed-Çinarê nîşan dan.
Koma ji 30 kesî ya çekdar û rûpêçandî, li ser pira Puta Xanê ya li ser vê rêyê derketin holê, wesayît sekinandin û nasnameya welatiyan kontrol kirin.
Hat ragihandin ku kontrayan ji gel re gotin "PKK'yî wê di vir re derbas bibin, em li benda wan in."
Li gorî agahiyan, mirovên li vê ji bo demekê hatin sekinandin û dûre destûr ji wan re hat dayîn ku derbas bibin.