2'yemîn Kongreya Asayî ya Komelên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) dest pê kir. Di kongreya ku wekî "kongreya veguhertinê" hate pênasekirin de, dê nav û ala tevgerê ji nû ve bên diyarkirin. Her wiha dê rêzname jî bê nûkirin.
2'yemîn Kongreya Asayî ya Tevgera Ciwanên Rojavayê Kurdistanê li Salona Dawetê ya Qamişlo bi beşdariya sedan kesan dest pê kir. Li salona kongreyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dogan, M. Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yılmaz, Alî Çîçek, ciwanên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û alên Komalên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) hatin daliqandin. Li salonê her wiha pankartên wekî, "Ciwanên rêxistinkirî mîsogeriya xweseriya demokratîk in", "Parastina me hebûna me ye", "Jinên ciwan mîsogeriya civaka azad in", "Bi pêşengiya ciwanan serkeftin mîsoger e" hatin daliqandin. Ji bilî delegeyên kongreyê, Rêvebera TEV-DEM'ê û Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, endamên Yekîtiya Star jî beşdarî kongreyê bûn.
Kongreya ku ji bo bîranîna endamê KCRK'ê Çekdar Amed ê ku di 3'yê Tîrmeha sala 2012'an de di encama êrîşekê de jiyana xwe ji dest da hate lidarxistin û wekî kongreya veguhertinê hate pênasekirin, ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê TEM-DEM'ê Îlham Ehmed axaftina vekirinê kir.
'EM ŞOREŞ BI XWE NE'
Îlham Ehmed, destnîşan kir ku ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve ciwanan rolek pêşeng lîstiye û ev kongre jî encama xebatên giranbuha ye. Ehmed, anî ziman ku di vê pêvajoya dîrokî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî "demên azadiyê" bi nav kiriye de, li hemberî tevgera wan êrîş pêk tên û wiha dom kir: "Ev dem hertim çênabin. Loma divê em wateya wêzanibin û şoreşa xwe biser bixin. Heke em biser nekevin, dê dîrok me bidarizîne. Em perçeyek şoreşê nîn in, em şoreş bi xwe ne"
'HEMÛ KES DIZANE KU BÊYÎ KURDAN ÇARESERÎ NABE'
Ehmed, diyar kir ku li Suriyeyê şoreş veguheriye şerê navxweyî, lê kurdan bi siyasetek aqilane herêmên xwe bidest xistine û pêvajo veguherand bihara xwe, lewre jî dibin pêşengên bihara gelan. Îlham Ehmed, daxuyand ku li hemberî wan êrîş pêk tên, lê kurd tu caran nehatine lîstikan û xapandin, hertim ber bi azadiyê ve diçin. Ehmed, bal kişand ji bo ku bandora Rêberê Gelê Kurd li se Rojavayê Kurdistanê nebe, tecrîda giran li ser tê meşandin û pê de çû: "Lê Birêz Ocalan berê gotibû ku divê kurd li Suriyeyê bêalî bin û siyaseta xwe bimeşînin. Kurd niha li ser vê perspektîfê xweseriya demokratîk ava dikin. Hêzên derve jî êdî ku bêyî kurdan çareserî nabe."
'DIVÊ TU CIWAN BÊRÊXÝSTINKIRÝ NEMÎNIN'
Ehmed, bal kişand ku ji ber vê siyaseta wan a rast komployên li dijî wan didomin û êrîşên komên çete yên demên dawî de û kuştina endamê KCRK'ê Çekdar wekî mînak nîşan da. Ehmed, anî ziman ku hedefa wan avakirina konfederalîzma demokratîk e, xweseriya demokratîk jî, pêngavek ji bo vê ye û got ji ber van sedeman divê bi hesasî bê tevgerîn. Ehmed, derbirî ku hêza avakirina vê sîstemê jî jin û ciwanin û wiha dom kir: "Divê ciwan vê yekê zanibin û zîhniyeta paşverû biterikînin. Xwe veguherînin, ji ber ku hêza civakê birêxistin dike û di parêze ciwan in. Divê tu ciwan bêrêxistinkirî nemînin.
Piştî axaftina vekirinê, dîwana kongreyê hate hilbijartin û ji bo bîranîna endamê KCRK'ê Çekdar Amed sînevîzyonek hate pêşandan. Piştre nirxandinek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo ciwanan hate xwendin.
GUHERTıNÊN GIRING TÊN KIRIN
Kongre bi xwendina rapora xebatê û axaftinan dom dike. Tevgera ciwanan ku kongreya xwe ya yekemîn di 30'ê Hezîrana sala 2011'an lidar xistibû, dê di vê kongreya xwe de guhertinên girîng jî pêk bînin. Di vê çarçoveyê de navê tevgera ciwanan, rêzname û ala wê dê ji nû ve bêne diyarkrin. Her wiha dê ji bo dema pêş jî, li ser mijarên wekî, "Xebatên bîrdozî, rêxistinî, siyasî, civakî, jinên ciwan, xwendekaran" biryarên girîng bêne girtin. Çav li rê ye ku kongre di saetên êvarê de b idawî bibe.