Kongreya Tenduristiyê ya KCD'ê sibê dest pê dike
Kongreya Tenduristiyê ya KCD'ê sibê dest pê dike
Kongreya Tenduristiyê ya KCD'ê sibê dest pê dike
Dê sibê 1'emîn Kongreya Tenduristiyê a KCD'ê dest pê bike. Kongreya Tenduristiyê di 2010'an de ji aliyê KCD’ê, Odeya Tabîban, û SES'ê ve hat destpêkirin.
Kongreya Tenduristiyê dê sibê li Salona Şanoyê a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê bike. Di kongreyê de li ser polîtîkayên tenduristî û ferasetên tenduristiyê bên rawestandin. Her wiha di konferansa ku dê 2 rojan bidome de, li ekolojî, civak, çand, siyasî, biyolojî, ruhî û zîhnî jî nîqaş bên kirin.
Di kongreyê de ji bilî Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, dê gelek rêveberên saziyên sivîl û kedkarên tenduristiyê beşdar bin.