Kongreya Tenduristiyê a KCD’ê dest pê kir

Kongreya Tenduristiyê a KCD’ê dest pê kir

1’emîn Kongreya Tenduristiyê a KCD’ê bi armanca ku xebatên tenduristiyê veguherin nasnameya sazibûnê, bi beşdariya gelek saziyên tenduristiyê dest pê kir. Axaftina vekirinê ji hêla Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk ve hat kirin. Tûglûk diyar kir ku projeya xweseriya demokratîk dikare ji pirsgirêkên ku xitimîne re bibe bersiv û wiha got: “Derdê desthilatdaran ne tenduristî ye. Hikûmeta AKP’ê der barê xizmeta tenduristiyê de hê jî tu biryarên wê tune ne. Em wekî KCD di mafê tenduristiya zimanê dayikê de bi israr in.”

1’ekemîn Kongreya Tenduristiyê a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Salona Şanoyê a Şardariya Bajarê Mezin destpê kir. Di salona pankartênên “Kijan tendurustî; tendurîstiya xwezayî tendursitiyek çawa? Bi azadbûnê bi azadkirinê. Bi kê re tenduristî? Bi jinê re, Bi xwezeyê re, bi kedê re. Ji bo kê tenduristî? Ji bo domdoriya ekosistemê” hatin daliqandin

Di kongreyê de Prof. Dr. Gençay Gursoy, ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê Prof. Dr. Beyza Ustun, doktorên ji ji Başûrê Kurdistanê, Serokê berê ê Yekitiya Tabîbên Tirkiyeyê (TTB) Erîş Bîlaloglu, Sekretera Giştî ya SES’ê Bedriye Yorgun, Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk, Endamê Meclisa Dayîmî a KCD’ê Edîp Yaşar jî di nav de li herêmê û ji Tirkiyeyê bi dehan delege tevlî bûn. Kongre, deqeyekî bi rêzgirtina ji bo şehîdên demokrasî û aştiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji bo diwanê Seroka Şaxê SES’a Amedê Hulya Uyanik Alukmen, Dr. Halîs Yerlîkaya û Sekretera Giştî ya SES’ê Bedriye Yorgun hatin hilbijartin.

Li ser navê diwanê Yorgun axaftinek kir û diyar kir ku ew kongreyê diyarî 3 şitilên azadiyê ên ku li Parîsê hatin qetilkirin dikin. Piştî Yorgun axaftina xwe bi dawî kir, Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk derket ser kursî û axaftina vekirinê kir. Tûglûk diyar kir ku dê bi axafgtinên girîng kongre bi encam bibe û bigihîje biryarên girîng.

‘XWESERIYA DEMOKRATÎK, DEMOKRASIYA RADÎKAL E’

Tûglûk di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo doza kurd bi riyên domoratîk çareser wan projeya Xweseriya Demokratîk ji bo welat pêşniyar kiriye. Tûglûk da zanîn ku ev proje jî demokrasiya radîkal e. Tûglûk aşkera kir ku doza kurd û gelek pirsgirêkên ku xitimîne bi projeya Xweseriya Demokratîk dikare bi rihetî bên çareserkirin û wiha axivî: “Xweseriya Demokratîk, binesaziya demokrasiyê esal digire û bi awayekî radîkal guherîna civaka demokratîk digire hedefa xwe, projeyeke şoreşgerî ye. Ev proje hemû ristiyên civakê esal digire. Projeyeke ji aboriyê bigire heta çandê projeyeke civakî a berfireh e.”

'AKP LI DIJÎ XIZMETA ZIMANÊ ZIKMAKÎ YA TENDURISTIYÊ DIJBERIYÊ DIKE'

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk diyar kir ku modernîteya kapîtalîst bi feraseta karê li xizmeta tenduristiyê û bedena mirov, xwezayê dinere û wiha got: "Armanca saziyên kapîlatîzmê ne tenduristî ye, armanca sermiyedaran kara di tenduristiyê ye ye. Tekelên ku başiya civakê red dike û li ser karê tev digerin ewil nexweş dikin û piştre sax dikin. Tenduristiya mirovan dikin pere. Ewil civaka nexweş ava dikin û piştre xizmeta tenduristiê pêşkêş dike. Em vê pergala yoz û li dijî xizmeta civakê red dikin. Ev pergal li dijî tenduristiya civakê ye. Bi fîzîk, derûnî, fîzyolojî û hestê mirovan dilîzin. Mafê tenduristiyê kirine mafê dewlemendan. Kesên pereyê wan hebe dê karibin derman bibin û yên pereyên wan tune bin jî nikarin derman bibin. Armanca rejîma AKP'ê ne tenê neo-liberal e. Di heman demê de zayendîparêz e. Di niqaşên Kurtajê de ev derket holê. Hikûmeta AKP'ê jinê wekî dermale dibîne. Dibêje tenê bila jin zarokan çêke û li karê malê binere. Li ser bedena jinê serdestiya bio ava dike. Em vê pergalê red dikin."

Tûglûk da zanîn ku hikûmeta AKP'ê di mafê zimanê zikmakî yê tenduritiyê de jî dijberiya xwe tîne ziman û naxwaze ku tenduristî bi zimanê zikmakî bê dayîn. Tûglûk, da zanîn ku li Tirkiyeyê welatî nikarin bi zimanê zikmakî derdê xwe bînin ziman û wiha got: "Herî dawî Wezîrê Tenduristiyê ku ji peyvirê hat girtin Recep Akdag, diyar kiribûn ku kurdên nikaribe bi tirkî bînin ziman tune ne û xwestibû ku hemû kurd bi tirkî derdê xwe bînin ziman. Ji ber ku li kurdistanê bi zimanê zikmakî xizmeta tenduristiyê nayê dayîn her tim di navbera nexweş û xizmetkarên tenduristiyê de pirsgirêka ziman derdikeve. Dîsa TTB ji bo doktorên ku li herêmê peyvirê dike kursên bi kurdî vedike."

'EM MAFÊ TENDURISTIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ DIXWAZIN'

Tûglûk, anî ziman ku ew weki KCD'ê ji bo tenduristiya gel û tenduristiya xwezayî pêş bixin û alternatifan zêde bikin xebatan dimeşînin û wiha got: "Divê di qada tenduristiyê de em xwe ji qada kapitalistê rizgar bikin. Ji bo vê yekê jî divê li gorî modela civaka ekolojikîk xizmeta tenduristiyê pêş bixin. Divê em xwezayê li ser esasê demokrasiya radîkal bigirin dest. Divê em mirovan wekî efendiyê xwezayê negirin dest. Armanca me hemû mirov wekhev û bê pere mafê xizmeta tenduristiyê bi dest bixin. Em ji bo her kesî xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî, wekhev û pê pere dixwazin. Em xweseriya demokratîk û civaka bi tenduristî dixwazin".

Kongre piştî axftina Tûglûk ji çapeeniyê re girtî berdewam kir. Kongre bi mijara "Têgihiştina tenduristiya berovajî", "Têgihiştina tenduristiya xwezayî" ku mafê tenduristî, îxtîdar, ekolojî û çandê digire dest hat niqaşkirin.

Di kongreyêde dîsa dê mijarên "Tenduristiya hatiye metakirin", "Afirandina agahiyê û pêşxistina tenduristîvanan", "Kapitalizm û Tenduristî", "Rastkirinên Perspektifan", "Esas û rêgez" "Hevpar û demokratikbûn" û "Civakîbûna tenduristiyê" didome.