Kongreya PYD’ê ya Kantona Cizîrê didome

Kongreya Yekemîn a PYD’ê ya Kantona Cizîrê bi dirûşma, ˮJi Rojava ber bi Sûriyeya demokratîk veˮ bi tevlîbûna 450 delege û 150 mêvanan destpê kir.

Kongreya Yekemîn a PYD’ê ya Kantona Cizîrê bi dirûşma, ˮJi Rojava ber bi Sûriyeya demokratîk veˮ bi tevlîbûna 450 delege û 150 mêvanan destpê kir.

Kongre îro saet di 09.00’an li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîkran a li bajaroka Rimêlan girêdayî bajarê Girkê Legê, bi beşdarbûna 450 delegeyên PYD’ê yên hemû bajar û navçeyên kantona Cizîrê û 150 mêvanên ji rêxistinên siyasî û saziyên civakî destpê kir.

Di kongreyê de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif û Cîgirê wê Efram Isahaq, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Cizîrê Hekem Xelo, Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso û cîgirê wî Husên Ezam, Hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah, endamên Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Ebdulselam Ehmed û Şahoz Hesen, Hevseroka Meclîsa TEV-DEM’ê ya Kantona Cizîrê Xelîl Osman, Serokê Desteya Karê Derve ya Cizîrê Ebdulkerîm Umer, Serokê Desteya Karên Hundir Kenan Berekat, Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo, Seroka Desteya Jinan Emîne Umer, Serokê Desteya Karûbarên Civakî Dijwar Ehmed, Serokê Desteya Parastinê Abdulkerîm Saruxan, Sekreterê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî, nûnerên Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê Kamîran Husên û Mizgîn Zêdan, Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê yê berê Yûsif Dîbo, Sekreterê Partiya Komunist a Kurdistanê Necmedîn Mele Umer û nûnerên gelek saziyên civakî yên sivîl jî amade bûn.

Di salona kongreyê de pankartên, “Zanist, rêveberî û rêxistin, bingeha avakirina mirovên azad eˮ, “Bi ruhê ciwanan em demokrasiya Rojhilata Navîn pêk bîninˮ, “Rihê hevaltiya pîroz esasê serketinê yeˮ û “Siyaseta demokratîk esasê civaka ekolojîk û demokratîk eˮ ku bi zimanên fermî yên kantonê Kurdî, Erebî û Suryanî hatine nivîsandin, hatin daliqandin.

Kongre bi rêzgirtinê destpê kir û piştre endamê Meclîsa PYD’ê û Endamê Komîteya Amadekar a Kongreyê Talat Yûnis bixêr hatina mêvanan kir û bernameya kongreyê xwend.

Kongre bi axaftin û xwendina peyaman didome.