Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Di hilbijartina yek lîsteyê de Sebahedîn Gultekîn bû Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê.
Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê 4'mîn Kongreya xwe ya asayî li Salona Şaredariya Rezan ya Amedê pêk anî. Li salona kongreyê pankartên "Ziman ji bo mirovan bi qasî nan, av û hewayê girînge", "Ziwan rûmet o ziwan kesayetî yo ziwan nasname yo" û "Aşitiyeke mayînde bi azad bûna zimanê Kurdî pêkane" daliqandin. Di kongreyê de endamên meclisa daîmî yên KCD'ê, rêveberên KURDÎ-DER'ê hîndekarên KURDÎ-DER'ê, nûnerên GUNSÎAD, Nubihar, KADEP û DDKD'ê amade bûn.
Kongreyê bi rêzgirtinê û hilbijartina dîwana kongreyê destpê kir. Piştî hilbijartina dîwanê sirûda "Ey reqîb" hate xwendin û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Burhan Zoroglu diyar kir ku, di sala 1978'an de li Gurgumê komkujî pêk hat û salek berê jî li Roboskiyê komkujî pêk hat û her wiha komkujiyên li ser kurdan didomin. Ev şerma Tirkiyeyê ye. Kesên li hemberî komkujiyê bêdeng dimînin şerma wan tuneye. Hêj zarokên kurdan tên kuştin û qetilkirin. Pirsgirêka Kurd û ziman bi hev ve girêdayî ye. Heta niha kesên ziman parastin û pêş xistin, hatin binçavkirin û hatin girtin. Em dixwazin dewlet û hikûmet bi lezgîn dawî li operasyonên siyasî û leşkerî bîne û dest bi muzakereyan bike."
Nivîskar Feratê Dengizî jî diyar kir ku, di pêvajoyek wisa de KURDÎ-DER'ê rolê xwe baş pêk neaniye û wiha got: "Lê dîsa em bawer dikin ku me xebatek baş meşandiye. Dewlet naxwaze Kurd bi zimanê xwe bi axivin û perwerde bibin. Dixwazin kurdan lewaz û bêrêxistin bihêlin."
Piştî axaftinan kongre bi hilbijartina yek lîsteyê pêk hat. Di hilbijartina yek lîsteyê de ji Sebahedîn Gultekîn bo Serokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê.