2'emîn Kongreya Asayî ya Komelên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) bidawî bû. Di kongreyê de navê tevgera ciwanan wekî ‘Tevgera Ciwanên Şoreşger’ hate guhertin. Her wiha ala tevgerê jî hate guhertin û rêzikname jî hate nûkirin.
2'emîn Kongreya Asayî ya KCRK'ê ku duh li Salona Dawetê ya Qamişlo destpê kiribû, bi dawî bû. Di kongreyê de piştî axaftinên vekirinê û nirxandina xebatan, li ser guhertina navê tevgerê û ala wê nirxandinû pêşniyar hatin kirin. Di encama pêşniyarên hatin kirin û hilbijartinan de navê tevgera Ciwanan wekî, ‘Tevgera Ciwanên Şoreşger’ hate guhertin.
Her wiha ala tevgerê jî ku berê li ser zemîna kesk roj, stêrk û baz hebû, hate guhertin. Li gorî vê ala tevgerê ya nû li ser zemîna sor roj û baz heye, li dora wan jî baskên zeytûnê hene.
Di kongreyê de yek ji mijarên girîng jî rêzikname bû. Li ser nîqaşên hatine meşandin tuzuka tevgerê jî li hinek guhertin û lêzedekirinan hate nûkirin. Ji bo dema pêş jî li ser mijarên wekî, ‘Xebatên bîrdozî, rêxistinî, siyasî, civakî, jinên ciwan, xwendekaran’ biryarên girîng hatin girtin.
Di kongreyê de herî dawî jî rêveberiya tevgerê ya ji 9 kesan pêk tê hate hilbijartin.