Konferansa ji nû ve avakirina Kobanê li Amedê destpê kir
Konferansa ji nû ve avakirina Kobanê ya bi şîara, "Jinûve avakirina Kobanê xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye” destpê kir. 350 delege tevlî konferansa ku wê du rojan bidome dibin.
Konferansa ji nû ve avakirina Kobanê ya bi şîara, "Jinûve avakirina Kobanê xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye” destpê kir. 350 delege tevlî konferansa ku wê du rojan bidome dibin.
Konferansa ji nû ve avakirina Kobanê ya bi şîara, "Jinûve avakirina Kobanê' xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye” destpê kir. 350 delege tevlî konferansa ku wê du rojan bidome dibin.
Ji bo Kobanê ya piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedana bêhempa ya hêzên YPG û YPJ’ê hate azadkirin konferansa ji bo ji nû ve avakirinê rêyên çareseriyê bên nîqaşkirin û biryarên şenber bên girtin li Amedê li Salona Konferansê ya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn destpê kir. Konferans bi bangawaziya Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslîm û malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, Odeya Sanayî û Bazirganî ya Amedê, Kongreya Jinên Azad (KJA), Odeya Tabîban a Amedê, Desteya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê ya Amedê, Baroya Amedê û Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê pêk tê bi dirûşma “Jinûve avakirina Kobanê xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye” tê lidarxistin.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk û Endamê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle, Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enver Muslîm, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kışanak, parlamenterên HDP’ê, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Kamuran Yuksek û Emîne Ayna, Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, ji 3 kantonên Rojava 43 delege, ji Başûrê Kurdistanê di nav de parlamentera YNK’ê Êvar Îbrahîm Muhammed, ji PDK’ê Alî Holu, Behzad Zebarî jî hene nûnerên YNK û PDK’ê bi teahî 78 delege beşdar bûn.
Dîsa ji Rojhilatê Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî, endamên Platforma Jinûve avakirina Kobanê ya Ewropayê, rêxistinên sîvîl ên civakî yên ku ji konferansê re malovaniyê dikin, Sendîkaya Karkerên Înşaetê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Sarmaşik, Weqfa Çandê ya Anatolyayê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Komeleya Piştevaniya Jiyanê, Nûnera Tirkiyeyê ya Heinrich Boll Stifung Dr. Ulrike Dufner, endama Komîteya Piştevaniya Gelê Kurd a Lîonê Selena Verrî, ji Elmanya, Fransa û Danîmarkayê ji Ewropayê 36 delege, tevahî 350 delege beşdarî konferansê dibin.
Di ketina salona konferansê de pêşangeya wêneyên ku ji aliyê rojnamgeran ve di dema pevçûnên herî dijwar de li Kobanê hatine kişandin pêk tê hate vekirin. Li hemberî provokasyonên ku dibe bên derxistin jî tedbîrên ewlehiyê yên berfiren hatin girtin.
Piştî axaftina vekirinê ya hevşaredara ku ji konferansê re malovaniyê dike, Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslîm, Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle û Hevseroka PYD’ê Asya Abdullan biaxivin û wê sînevîzyona li ser berxwedana Kobanê bê pêşandan.
Piştre jî bi rûniştina “Encamên siyasî û civakê yên şerê Kobanê” nîqaş bên destpêkirin û wê tevahî rojê konferans bidome.
Di roja duyemîn de jî ji bo tespîtkirina rewşa fîzîkî û riyên çareseriyê yên avakirina Kobanê wê bên nîqaşkirin.