Konferansa Îslmanî ya Kurdistanê li Amedê dest pê kir

Konferansa Îslmanî ya Kurdistanê li Amedê dest pê kir

Yekemîn Konferansa Îslmanî ya Kurdistanê ku ji aliyê Kongreya Civakî a Demokratîk (KCD) ve tê lidarxistin bi tevlibûna gelek alim û oldaran li Navenda Çanda Cegerxwîn dest pê kir.

Yekemîn Konferansa Îslamî ya Kurdistanê ji aliyê Komîsyona Bawerî ya KCD’ê ve dest pê kir. Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tugkul, enamên daîmî yên KCD’ê Altan û Osman Ozçelîk, şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr, şardarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, serokê DIAYDERÊ Zahît Çîftkuran û Şêx Muhammed Seyrî Can, Hafiz Îsa, Hafiz Selahaddîn û gelek kes tevli bûn.

Konferansê bi xwendina Quranê dest pê kir. Osman Baydemîr diyar kir ku bi vê konferansê dê destpêkek nû pêk bê. Konferansa Îslamî ya Kurdisanê di dîrokiye û wiha got: “Divê êdî em li hemberî kesên zilmê li me dikin serî netewînin. Rojekê dê kurd û Kurdistan azad bibe.

Ahmet Turk jî mafê axaftinê girt û wiha got: “Ji emewiya heta roja meya îro dewleta îslamiyet ji bo polîtîkayên xwe bi kar aniye. Lê kurdan tu carî bi vê ferasetê tevnegeriyaye. Gelê kurd her tim wekî esîran bû. ji ber vê barekî giran dikeve ser milê aliman. Divê em ji zilmê re bêjin êdî bese. Ev deynê me ye. divê hemû kurd ji bo yekitiya kurdan xebatê bimeşîne. Xweda ligel mazluman e. Em bixebitin em dê bi ser bikevin.

Piştî axaftinê Altan Tan, enamê însiyatîfa Azadî Muhammed Akar, Şêx muhamed Seyrî Can, şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîhanoglu û serokê DIAYDER’ê Zahît Çîftkuran ji bo diwanê hatin hilbijartin.

Tan jî axivî û diyar kir ku sedemeke girîng ya pêkanîna vê konferansê eve ku şerên li Fas, Cezayîr, Misir, Lîbya, Suriye û Tirkiyeyê diqwime.

Konferans dê dur oja bidome. Mijarên wekî Di îslamê de têkiliya siyaset, dewlet û desthilatdariyê? Çawa ye? Çawa pêk hatiye? Divê çawa be? Di Îslamê de têgeha umetê? Li gorî Îslamê qewmitî çi ye? Di îslamê de maf, azadî çi ne? Çawa mirov dikarin bi hev re bijîn? Sererastkirina civakê divê çawa be û di warê îslamê de meseleya kurd mirov divÊ çawa binirxîne dê bên nîqaşkirin.”