Konferansa Îslamî ya Kurdistanê didome

Konferansa Îslamî ya Kurdistanê didome

1'emin Konferansa Îslamî ya Kurdistanê ku di pêşengiya KCD'ê de li Salona Çandê ya Cegerxwîn a Amedê pêk tê, di roja 2'emîn de didome.

1'emîn Konferansa Îslamî ya Kurdistanê ku di pêşengiya KCD'ê de li Salona Çandê ya Cegerxwîn a Amedê duh bi beşdariya gelek mela, alim, şêx û nivîskaran dest pê kir, di roja 2'emîn de didome.

Di konferansê de nûnerên DÎAYDER, DÎVES, Înîsiyatifa Azadiyê nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di nav de 150 alim û şêx amade bûn. Konferans di roja 2'emîn de bi mijara ''Di îslamê de siyaset û serdestiya dewletê" û "Bi çavê Îslamê niqaşa pirsgirêka kurd û çareserî" dê bidome.

Encamnameya konferansê dê pîştî nîvro bi daxuyaniyekê bê aşkerekirin.