Konferansa Îslamê ya Kurdistanê bi dawî bû

Konferansa Îslamê ya Kurdistanê bi dawî bû

Komisyona Baweriyan ya KCD'ê ku 1'emîn Konferansa Îslamê ya Kurdistanê pêk anî, piştî niqaşên 2 rojan bi dawî kir. Li ser navê komîsyonê Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan encamnameya konferansê xwend û diyar kir ku pirsgirêka kurd dê bi rêya muzakereyan çareser bibe. Dê di demek pir kin de bi tevlêbûna 4 perçeyên Kurdistanê konferansek mezintir bê lidarxistin.

1'emin Konferansa Îslamî ya Kurdistanê ku di pêşengiya Komîsyona Baweriyan a KCD'ê de li Salona Çandê ya Cegerxwîn a Amedê pêk hat piştî niqaşên 2 rojan bi dawî bûn. Konferansa ku duh bi beşdariya gelek mele, alim, şêx û nivîskaran dest pê kir, bi encamnameyê bi dawî bû.

Di konferansê de nunerên DÎAYDER, DÎVES, Înîsiyatifa Azadiyê nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di nav de 150 alim û şêx amade bûn. Konferans bi mijara ''Di îslamê de siyaset û serdestiya dewletê" û "Bi çavê islamê niqaşa pirsgirêka kurd û çareserî" bi dawî bû. Piştî niqaşên 2 rojan bi yek dengî encamname hate qebûlkirin.

Li ser navê komîsyonê Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan encamnameya konferansê xwend û diyar kir ku pirsgirêka kurd dê bi rêya muzakereyan çareser bibe. Dê di demek pir kin de bi tevlêbûna 4 perçeyên Kurdistanê konferansek mezintir bê lidarxistin. Tan, da zanîn ku wan bal kişand ser pirsgirêkên olî, civakî, nijadî, çînî û ometî yên netew û civanên li ser axa Efrîka, Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê dijîn û wiha got: "Zêdeyî 150 alimên misliman, û rewşenbîr tevlî 1'emîn Konferansa Îslamê ya Kurdistanê bûn. Me 2 rojan li ser mijarên cuda niqaş kirin. Mijarên "Di Olê Îslamêde azadiya gelan, cihê aştiya civakî", "Di olê Îsmatê de omet û qewmîtî", "Di olê îslametê siyaset, dewlet û serdesti" û "Li gorî olê îslamê pirsgirêka kurd" hate niqaşkirin."

Tan, encamnameya konferansê jî aşkere kir û wiha got: "Li gorî hikmê ometa îslamê kurd, tirk, ereb, û fars di nava xwe de dikarin pirsgirêk û kêşeyên xwe bi diyalog û parvekirinê çareser bikin. Li gorî Îslamê tu nijad û netew, nikare serdestiyê li ser neteweya din bike. Hemû netew xwedî heman mafê ziman, çand, nasname û nirşan in. Hêzên serdest he tim mafên neteweyan ên ziman, çand, baweriyan red dike.

Tan, da zanîn ku konferans ji bo pirsgirêka kurd çareser bike dê li gel alim, seyda û seydayan di nava hewldanan de be. Ji bo vê yekê divê bi lezgîn komisyon bê avakirin. dê bi dewlet û PKK'ê re têkeve nava hewldanan. Konferansa me dê dê bibe saziyek daîmî û di pêşerojê de bi tevlêbûna alîm û zanyarên her çar perçeyan konferansek din pêk bîne. Armanc dike ku hesabê qetilkirina sivîl li ser bingehê edaletê bipirse û bi şopa wê bikeve. Ji bo edalet cihê xwe bibîne dê di nava hewldanan de be. Armanc dike ku hemû nijad û civakên ku bi reng, çand, bawerî û nirxên cuda liser vê axê dijîn li hemberî hev bi hurmet û xweşbiniyê de bin."

Konferans bi duayan bi dawî bû.