Konê sersaxiyê yê Durre bi girseyî tê ziyaretkirin

Konê sersaxiyê yê Durre bi girseyî tê ziyaretkirin

Konê sersaxiyê yê Nivîskar, Helbestvan û Avakarê Enstîtuya Kurd Abdurrahman Durre yê ku li bajarê Kolnê yê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da bi girseyî tê ziyaretkirin.

Konê sersaxiyê yê Nivîskar, Helbestvan û Avakarê Enstîtuya Kurd Abdurrahman Durre yê ku li bajarê Kolnê yê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da û duh li gundê Kêranlixê yê navçeya Milazgirê ya Mûşê hate definkirin bi girseyî tê ziyaretkirin.

Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk, Şaredarê Milazgirê M. Nurî Balci, rêveberên BDP'ê û gelek welatî konê sersaxiyê ziyaret kirin. Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk di şînê de axivî û sersaxî li malbata Durre da û wiha got: "Abdurahman Durre piştî darbeya faşîst ya 12'yê Îlonê hate girtin û li sirgûnê jiyan kir. Têkoşîna wî ya jiyanê ji bo me mînake. Em hem di aliyê îslamiyetê û hem jî di aliyê tevkariya pêşkêşî doza Kurd û Kurdistanê kir dengdarên wî ne."