Konê şînê yê ji bo gêrîla Gerdan Oyman (Arîn) ku di pevçûna li Çiyayê Cûdî de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve bi slogana "Şehîd namirin" hate ziyaretkirin.
Konê şînê yê ji bo gêrîla HPG'ê Gerdan Oyman (Arîn Cizîr) ku di 5'ê mijdarê de li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da, li taxa Nur hate vekirin bi girseyî hate ziyaretkirin. Girseya di nav de Endamê Meclîsa BDP'ê Alî Damar, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, şaredarên herêma Şirnexê, endamên meclîsên şaredariyan, endamên meclîsên giştî, serokên Rêxistinên BDP'ê yên bajar û navçeyan jî heyî li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê hatin cem hev û ber bi konê şînê ve meşiyan. Di meşê de sloganên "Şehîd namirin", "Bijî serok Apo", "PKK gele gel li vire" û "Tolhildan" qîrkirin. Girse bi slogana "Şehîd namirin" ve hate pêşwazîkirin.
Li qada kon lê hate vedan alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar axivî û wiha got: "Heta vîna me ji îşkencexaneya Îmraliyê tê xelaskirin û gelê Kurd azad dibe dê têkoşîna me bidome. Ciwanên me yên derdikevin çiyayan ji ber înkar û îmhayê derdikevin. Em soz didin hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest didin, heta azadiyê em dê têkoşînê bimeşînin."
'BERÎ DERBIKEV ÇIYA KEÇA MIN BÛ NIHA KEÇA HEMÛ KURDANE'
Pişt re dayîka gêrîla Oyman Taybet Oyman axivî û diyar kir ku, keça wê tenê şehîda wan nîne ya hemû gelê Kurde û wiha got: "Keça min hêj derneketî çiyê tenê keça min bû, lê piştî derket çiyê bû keça hemû gelê Kurd. Şikur ji Xwedê keça min di riyekî bi rûmet de şehîd ket. Keça min li ser xaka xwe şer kir û jiyana xwe ji dest da. Ez bi keça xwe serbilindim. Serê gelê Kurd sax be."
Piştî axaftinan dua hatin kirin û ziyareta şînê bi dawîbû.