Komploya navneteweyî li Binarê Qendîlê hat şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, di salvegera 18. de li gundê Pirdeşalê yê Binarê Qendîlê bi xwepêşandaneke girseyî hat şermezarkirin.

Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, di salvegera 18. de li gundê Pirdeşalê yê Binarê Qendîlê bi xwepêşandaneke girseyî hat şermezarkirin.

Çalakiya protestoyî bi tevlîbûna gelê Binarê Qendîlê, Piştder û Raperînê pêk hat.

Girseya gel duh saet di 15:00 de li ber gundê Pirdeşalê li ehv civiya û heta ser pira gund meşiya. Li vê derê, li ser navê girseya gel rêveberê Tevgera Azadî Seyîd Xalid daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komplokeran xwestin, mîna serhildanên Kurdan ên beriya niha, vîna gelê Kurd careke din bişikînin. Lê gel û gerîla bi felsefeya Serok Apo ev plangerî pûç kirin."

Xalid bal kişand ser êrîşên Erdogan/dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê tên kirin û got, "Gelê me li dijî van êrîşan li ber xwe dide. Gelê me êdî xwe bi sîstema konfederal bi rêxistin dike. Li hemû parçeyên Kurdistanê xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi sîstema konfederal bi rêxistin dike. Şoreşa Rojava ji bo gelên Rojhilat Navîn bûye mînak. Ji bo Rojhilata Navîn ji krîza aborî, siyasî û ji nava şer derkeve, pêwîste vê sîstema li Rojavayê Kurdistanê esas bigire."

Xalid da xuyakirin, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê ew li hemû parçeyên Kurdistanê bi xurtî bixebitin.

Piştî daxuyaniyê, helbestên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn nivisandin hatin xwendin.

Di meşê de dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bakur başûr rojhilat, Apo serokê welat' hatin qîrîn.

Ewlehiya qada çalakiyê ji aliyê gerîla ve hat kirin.

...