Komkujiya Parîsê li Pencwîn û Derbendixan hat şermezarkirin

Komkujiya Parîsê li Pencwîn û Derbendixan hat şermezarkirin

Qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd yên jin li Başûrê Kurdistanê jî tê protestokirin. Li navçeyên Pencewîn û Debendixan kurdan meşek li dar xist.

PJAK, Ciwanên Welatparêz yên Kurdistanê, Meclisa Jinan a Azad, PÇDK û Tevgera Welatiyên Wekhev û Azad bi hevre meşek li dar xistin. Di çalakiyê de hat xwestin ku demildest cînayet ronî bibe.

Di çalakiyê de di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku careke din hatiye dîtin ku serdestên cîhanê li dijî îradeya gelê kurd êrîşan pêk tînin. Her wiha hat gotin k udi esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî heman hêz berpirsyarin.

Di daxuyaniyaku hat dayîn de wiha hat gotin: “Ev hêzên ku gelê kurd bi terorîzmê sûcdar dikin tu carî ne ligel çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk in. Dewleta tirk aliyekê behsa çareserî û diyalogê dike û li aliyê din jî li hemberî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne. Her wiha li Ewropayê ku qaşo cihê hewandina şaristaniyane li Parîsê 3 jinên kurd hatin qetilkirin. Di vê êrîşê de ligel ku teqez tiliya Amerîka û hêzên paşverû yên navnetewî têde heye, berpirsyariya yekemîn ya Tirkiyeyê ye. Heval Sakîne damezrînera PKK û pêşenga tevgera azadiya jinê bû. ji ber vê hatiye plankirin û hilbijartin.

Bi vê komkujiyê re hatiye xwestin ku peyamê bidin aliyê tevgera azdiya kurd. Em jî vê ji hêzên navnetewî re dibêjin. Ev tevgera azadiyê ya k udi nav gel de hatiye bicihkirin dê tu carî têk neçe.

Em wekê gelê kurd şehadeta Dr. Qasimlo jî ji bîr nakin. Banga li hemû çapemeniya tirk û ya cîhanê ye. bila nûçeyên ku gelê kurd biçûk dixîne neweşînin.”

Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo, Şehîd Namirin, bimirin bin kujer’ bi dawî bû.