Komkujiya Parîsê li Êrîvanê hate şermezarkirin

Komkujiya Parîsê li Êrîvanê hate şermezarkirin

Komkujiya Parîsê ku di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan li Erîvana paytexta Ermenîstanê li ber balyozxaneya Franseyê hate proestokirin.

Kurdên li Êrîvan û derdora wê dijîn, ji bo sê têkoşînerên Kurd ên ku li Parîsê di encama komkujiyekê de jiyana xwe ji dest dan, li hev kom bûn çalakiyeke protestoyî li dar xistin.

Kurdan destpêkê bi beşdariya kurdên ji herêmên Elegez, Oktonberiya û Êrînê li hev kom bûn û civînek li dar xistin. Di civînê de komkujî bi tundî hate şermezarkirin. Di civîna bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir de Endama Komîteya Kurdistanê û Seroka Meclîsan Jinên Kurd a Ermenîstanê Medya Rêzan axivîn û komkujiyê bi tundî şermezar kirin.

Medya Rêzan diyar kir ku ev komkujiya hovane di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de li hemberî tevgera jin û jina azad pêk hatiye û banga xurtkirina têkoşînê kir.

Piştî civînê Kurdên Ermenîstanê bi pêşengiya jinan çalakiyek li dar xistin û çelengek reş danîn ber balyozxaneya Franseyê û nameyek derbarê komkujiyê de pêşkêşê kirin û xwestin ku dewleta Franse di demeke zû de vê komkujiyê ronî bike.