Qetilkirina 3 siyasetmedarên jin ên Kurd ku li Parîsa paytexta Franseyê pêk hat, dê îro saet di 13.00 de li Amedê bi daxuyaniyeke girseyî bê protestokirin.
Hevseroka BDP’ya Amedê Zubeyde Zumrut daxuyaniyekê da Nûçe TV û bi zimaneke tund qetilkirina siyasetmedarên Kurd yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez şeremzar kir.
Zumrut ku da zanîn ku ev komkujî li Amedê rê li ber hêrs û xemgîniyeke mezin vekiriye da zanîn ku dê îro saet di 13.00 de li Amedê bi daxuyaniyeke girseyî ev komkujî bê protestokirin. Zumrut bang li hemû partiyên siyasî, rêxistin û saziyên sivîl û gelê Amedê kir ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê bibin.