Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez roja çarşemê danê nîvro li Parîsê hatine qetilkirin. Ev komkujî li ser riya nêzî Gare Du Nord a Parîsê pêk hat. Riyeke çûnhatina wê gelekî zêde ye û gelekî baş tê parastin.
Her wiha Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ji aliyê îstîxbarata Fransayê ve timî tê şopandin. Em vê ji dosyayên siyasetvanên berê ji aliyê polêsên Fransayê ve hatibûn girtin fêm dikin.
Fîdan Dogan nûnera KNK’ê ya Parîsê ye. Ew pêr herî dawî danê nîvro saet li derdora 13.00’an de telefonî hevala xwe dike.
Di telefonê de dibêje, ew li buroyê ye û dê êvarê bê malê. Lê Dogan heta derengiya şevê bersiva telefonê nade, hevalên wê diçin buroyê û li wir wî di nava xwînê de dibînin. Li wir cenazeyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dibînin. Kujeran gule berdane serê Cansiz û Dogan û gule berdane ser û zikê Leyla Şaylemez.
Di komkujiyê de çeka bêdeng hatiye bikaranîn. Kujeran derî girtine û çûne. Polîsên Fransayê dan xuyakirin ku kujer profesyonel in.
Di vê bûyerê de xalên divê bêne lêkolînkirin ev in:
1- Li devereke herî ewle ya Parîsê kuştina 3 jinan bûyereke ji rêzê nîn e. Kujeran ev hesab kirine û bi zanîn pêk anîne.
2- Sakîne Cansiz ji damezrînerên PKK’ê ye. Ji çend endamên damezrîner ên PKK’ê yên li jiyanê mane... Cansiz li Zindana Amedê di 12’ê Îlona 1980’yan de wekî jineke şoreşger û têkoşer tê nasîn.
3- Cenaze hê nehatibûn rakirin û otopsî nehatibû kirin rojnameyên mîna Yenî Şafak’ê û rayedarên AKP’ê dan xuyakirin ku bûyer hesabpirsîneke navxweyî ye. Ev yek bala mirov dikişîne...
4- Çima Ewropa û çima Jin?...
5- Serokwezîrê Tirk Erdogan gotibû, em li cihê we bibînin a divê hewce bike em ê bikin.
Piştî vê daxuyaniyê li Licê 10 gerîlayên HPG’ê bi hovane hatin qetilkirin. Li Ewropayê ev cara pêşîn e ku di vê asta jor de rayedarek PKK’ê tê kuştin....
Sakîne Cansiz sembola berxwedanê, Fîdan Dogan dîplomata kurd, Leyla Şaylemez sembola ciwanên kurd ên li Ewropayê...
Yek ji Dêrsimê, yek ji Gurgumê û yek jî ji Amedê bû.
Ew Kurdistan bûn.
Yên ku wan ‘kuştin’ tirsonek û bêbext bûn.
*Azadiya Welat