Komkujiya Gurgumê li Amedê hate şermezarkirin

Komkujiya Gurgumê li Amedê hate şermezarkirin

Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Evdal, 34'emîn salvegera komkujiya Mereşê (Gurgum) li komeleyê şermezar kir. Komeleyê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane jî bernameya bîranînê pêk anî.

34'emîn salvegera komkujiya Gurgumê li gelek bajar û navçeyan bi meş, daxuyanî û xwepêşandanan hate şermezarkirin. Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Evdal, jî bi heman armancê 34'emîn salvegera komkujiya Mereşê li komeleya xwe daxuyanî da û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî.

Endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî li ber komeleyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de nûnerên BDP, EMEP, SES, BES, Hebun LGBT amade bûn. li ser navê komeleyê Serokê Şaxa Komeleya Çanda Pir Sultan Evdalê Cafer Koluman, axivî û wiha got: "Di salên 1978'an de dewletê bi hevkariya CIA'yê welatiyên sivîl qetil kirin. Walî û Wezîrê Navxweyî Hundir meşa Gurgumê qedexe kir. AKP û Serokwezîr Erdogan bi nifrînê li elewiyan dinêre. Hikûmeta AKP'ê di 10 salan de demokrasî wekî amûrekê bikar anî. Gelo çima Komîsyona lêgerîna komkujiyan komkujiya Gurgumê ronî nekir û bincil kir. Divê bi lezgîn ev komkujî bê ronîkirin."

Piştre li Salona Konferansêya Seyit Riza ya Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Evdalê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bernameya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.