Komîteya Siyasî ya KCK’ê ji bo Kurdên di AKP’ê de banga îstîfayê

Komîteya Siyasî ya KCK’ê ji bo Kurdên di AKP’ê de banga îstîfayê

Komîteya Siyasî ya KCK’ê bal kişand ser polîtîkayên hukûmeta Tirk a li hemberî pirsgirêka Kurd û got: “Divê hemû Kurdên bi rûmet ên di nava AKP’ê de îstîfa bikin. Siyasetkirina di nava AKP’ya ku nunerên BDP, KCD, şaredar û encamên meclîsan ên Kurd digirin, di kîjan Kurdînî, oldarî û mirovahiyê de heye? Hukûmeta AKP’ê bi vê helwestê çareseriyê nayne. Ger îstîfa bikin û helwesteke bi rûmet nîşan bidin, ev yek dê bihêle ku AKP rastiyê bibîne.”

Komîteya Siyasî ya KCK’ê nerazîbûn nîşanî operasyonên girtin û binçavkirinê da û diyar kir ku hukûmeta AKP’ê ya ku bi Komkujiya Roboskiyê ket sala 2012, vê carê jî bi operasyonên qirkirina siyasî dikeve sala nû. KCK’ê got: “Hukûmeta AKP’ê ya ku di girtina hilbijartiyên gel de berdewam dike tu sînorên huqûqî, siyasî nehiştiye.”

KCK’ê got; “Ev bêhuqûqî tê wateya rehîngirtina hemû Tirkiye û demokrasiyê” û got: “Gelên Kurd û Tirk li benda çareseriya pirsgirêka Kurd û serweriya demokraisyê ne, lê hukûmeta AKP’ê helwesta li hemberî Roboskiyê nîşan da, bi spasî vê yekê pîroz dike û bi vî awayî Tirkiyeyê ber bi çiravekê ve dibe.”

‘SIYASETKIRINA DI NAVA AKP’Ê D, DI KÎJAN MIROVAHIYÊ DE HEYE?’

Komîteya KCK’ê destnîşan kir ku êrîşa AKP’ê ya li hemberî hilbijartiyên gel, siyasetmedar û rewşenbîran ji tengezariya wê tê û got: “Nerazîbûna nunerên herêmê yên li hemberî hukûmeta AKP’ê ya ku dibêje qey ew dê bi gef û girtinan daxwazên azadiyê biçewisîne, pêşketinek erênî ye, lê ji Erdogan libendêmayina nermkirina uslubê xwe bendewariyek vala ye. Divê hemû Kurdên bi rûmet ên di nava AKP’ê de îstîfa bikin. Siyasetkirina di nava AKP’ya ku nunerên BDP, KCD, şaredar û encamên meclîsan ên Kurd digirin, di kîjan Kurdînî, oldarî û mirovahiyê de heye? Hukûmeta AKP’ê bi vê helwestê çareseriyê nayne. Ger îstîfa bikin û helwesteke bi rûmet nîşan bidin, ev yek dê bihêle ku AKP rastiyê bibîne”.

Komîteya diyar kir ku her çendî hate diyarkirin ku dê daxwazên greva birçîbûnê li ber çavan bigirin, lê hema pişt îwê operasyona qikriina siyasî da destpêkirin. Komîteyê da zanîn ku ev yek ji tengezariya AKP’ê tê û got: “Lê vê yekê nekariye berxwedana greva birçîbûnê pûç bike, ne jî rê li ber ruhê berxwedana mezin a bi greva birçîbûnê re derket, hatiye girtin. Berûvajiyê vê yekê bi vê ruhê berxwedanê di sala 2012 de gelê me û demokrasiyê qezenç kiriye.”

Komîteyê li hemberî hukûmeta AKP’ê ya ku dixwaze destkeftiyên gelê Kurd tune bike, banga yekitiya eniya demokrasiyê kir û xwest ku divê hedefa wan a sereke ew be ku sala 2012 vebiguherînin sala azadiyê.

JI BO YUSÛF OGURÊ BDP’YÎ PEMANA SERSAXIYÊ

Komîteyê di daxuyaniya xwe ji bo endamê BDP’ê Yûsûf Ogur ê ku di encema qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê da û diyar kir ku ev bûyer “me hemûyan xemgîn kiriye.”

KCK’ê got: “Em ê dibêjin ku em ê têkoşîna wî ya ji bo demokrasî û azadiyê bi serbilindî û bi rûmet bi bîr bînin, em ji malbata wî re sersaxiyê dixwazin. Her wiha em ji bo welatparêzên me yên ku di vê qezayê de birîndar bûne jî daxwaza şîfayê dikin. Ev bûyer di encama çûyina serdana şaredarên di encama qirkirina siyasî de hatine girtin, pêk hatiye. Sedema vana hemûyan AKP ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşna kir ku gelê Kurd gelek wisa ye ku dikare êşên xwe vebiguherîne ruhê piştevaniyê û got: “Gelê me yê ku li hemberî komkujiya Roboskiyê di asteke herî jor de ev helwesta xwe nîşan da, îro jî bi ruheke piştevan û berxwedêr li hemberî êş û êrîşan derdikeve, gelê me dê bikare sala 2013 vebiguherîne sala çareserî û azadiyê.”