Komên çete yên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad, li Serêkaniyê welatiyê bi eslê xwe ereb ê bi navê Ehmed Xelîfa kuştin. Hat diyarkirin ku Xelîfa dostê Kurdan bû.
Hat ragihandin ku komên çete duh êvarê li taxa Mehetê ya Serêkaniyê welatiyê bi navê Ehmed Xelîfa sûîqest kirin û kuştin. Xelîfan bi dostaniya xwe ya bi Kurdan re dihat nasîn.
Cenazeyê Ehmed Xelîfan li Tilxelefê spartin axê.