Li Serêkaniyê komên çete ku li dora bajar mabûn, êrîşî rêbenda YPG’ê kirin. Pevçûna ku bi êrîşê re dest pê kir, berdewam dike.
Li Serêkaniyê komên çete saet derdora 14.00’an de êrîşî rêbenda (noqteya kontrolê) ya YPG’ê ya li rex firina nan a li nêzî Taxa Zerdeşt kir. Piştî bersivdayîna YPG’ê şer dest pê kir û hîn didome