Terora komên çete yên bi desteka dewleta Tirk êrîşê Serêkaniyê dikin berdewam dike. Herî dawî ciwanê astengdar ê bi navê Orhan Hemê Mixtar ji aliyê komên çete ve hate sûîqestkirin û jiyana xwe ji dest da.
Li Serêkaniyê komên çete ciwanê kurd Orhan Hemê Mixtar astengdarê mejî yê 20 salî, li taxa Xeraba sûîqest kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Duh jî, saet di 12.30 de hewanek li kolana Ehmed Kan ket û di encamê de 2 jê zarok bi giştî 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn. kesên bi navê Şehed Hanî Hebaş ê 3 salî, Umer Hanî Hebaş ê 10 salî jiyana xwe ji dest dan û Semah Umer Hebaş a 20 salî û Hanî Hebaş ê 65 salî birîndar bûn.
Her wiha welatiyê kurd Celal Ebdula Hisên di sala 1986 ji dayik bûye bi guleyên komên çete hate kuştin û Cûdî Sedûn Ebdo jî birîndar bû.