Komên çete êrîşî firina nan kirin

Komên çete êrîşî firina nan kirin

Li Serêkaniyê komên çete ku li dora bajar mabûn, êrîşî rayedarên bajêr ku dixwestin ji bo alîkariya şêniyên bajar firina nan bidin xebitandin û hêzên YPG’ê yên tedbîrên ewlehiye girtibûn kirin.

Li Serêkaniyê komên çete saet derdora 14.00’an de êrîşî rêbenda YPG’ê ya li Xaçereya Hesekê û noqteya li ber firina nan a li nêzî Taxa Zerdeşt kir.

Hate ragihandin dema ku rayedarên Meclîsa Gel a Bajêr xwestine ji bo alîkariya şêniyên bajar firina nan ku ev demeke girtî ye bidin xebitandin, van koman êrîş kiriye. Ji ber vê yekê hêzên YPG’ê ku tedbîrên ewlehiyê girtibûn bersiv da û şer dest pê kir. Pevçûn hîn didomin...