Komên çete yên ku bi desteka dewleta Tirk êrîşê Serêkaniyê dikin, bi hewanan êrîşê malên sivîlan kirin. di encamê de 2 jê zarok bi giştî 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Pevçûnên li Serêkaniyê ketin roja 5’emîn. Komên çete careke din hewanan êrîşê malên gel kir. Îro saet di 12.30 de hewanek li kolana Ehmed Kan ket û di encamê de 2 jê zarok bi giştî 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn. kesên bi navê Şehed Hanî Hebaş ê 3 salî, Umer Hanî Hebaş ê 10 salî jiyana xwe ji dest dan û Semah Umer Hebaş a 20 salî û Hanî Hebaş ê 65 salî birîndar bûn.
Her wiha welatiyê kurd Celal Ebdula Hisên di sala 1986 ji dayik bûye bi guleyên komên çete hate kuştin û Cûdî Sedûn Ebdo jî birîndar bû.