Komên çete 5 zarok û 3 jinên revandibûn serbest berdan

Komên çete 5 zarok û 3 jinên revandibûn serbest berdan

Li Kobanê komên çekdar 3 wesayitên ku 45 kesên sivîl ji Kobanê radikirin revandibûn, şevê din 5 zarok û 3 jin serbest berdan.

Piştî şerê li Serêkaniyê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Komên çete de rû dan. Komên çete 3 wesayitên ku 45 kesên sivîl rakiribûn û ji Kobanê berê xwe dabûn Tilebyed bi armanca ku derkevin Başûrê Kurdistanê, ji aliyê Komê çekdar yên girêdayî Artêşa azad hatibûn revandin.

Şevê din komên çekdar 3 jin û 5 zarok ji 45 kesê ku hatibûn revandin serbest berdan. Hêjan 37 sivîl di destê komên çete de ne.

Di heman mijarê de duh mala gel bang li malbatên kesên ku hatine revandin kir ku, serî li mala gel bidin da ku navên kesên hatine revandin bi temamî were naskirin.