BI DÎMEN

Komeleya ber bi Kurdistanê ve, gerîlayên li Kerkûke ziyaret kir

Endamên Komeleya ber bi Kurdistanê ve ya li Îtalyayê, hêzên HPG û YJA Starê yên li bajarê Kerkûkê ziyaret kirin.

Serokê Komeleya ber bi Kurdistanê ve Antonîo Olîvîerî da xuyakirin, ku wan ji bo destekkirina gelê Kurd gelek proje pêk anîne û got, "Eger em li çolê karibin bibin dilopek, ev yek dikare bibe çareserî."

Heyetek ji Komeleya ber bi Kurdistanê ve ya li Îtalyayê (Verso Il Kurdistan Associazione) gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Kerkûkê ziyaret kir. Di nava heyetê de gelek mamoste, parêzer, doktor, parêzvanên mafên mirovan, femînîst û gelek aktîvîst amade bûn. Serokê Komeleyê Antonîo Olîvîerî da xuyakirin, ku ew piştgiriyê didin gelê Kurd û têkoşîn azadiyê ya gelê Kurdistanê girîng dibînin. Olîvîerî got, "Bi vê komeleyê ve em piştgiriyê didin gelê Kurdistanê. Em gelek aktîvîte û projeyan amade dikin. Me li Bakurê Kurdistanê gelek proje bi cih anîn. Hê gelek proje hene ku niha bi rengekî çalak dewam dikin. Em dizanin ku bi van projeyan re nikarin çareseriyê pêk bînin. Lê belê eger em dikarin li nava çolê bibin dilopek av, ev dikare rê li ber çareseriyê veke."

'MIN XWEST RÛYEKÎ DIN Ê KURDISTANÊ BIBÎNIM'

Mîra Garottî diyar kir, ku piştî naskirina têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, eleqeiya wê ji bo tevgera azadiyê ya Kurd zêde bûye û got, "Piştî ku tevlî Newrozên li Kurdistanê bûm, min xwest têkoşîna azadiyê ya Kurd nas bikim. Piştre tevlî hin aktîvîteyan bûm. Bi Şoreşa Rojava re me li Îtalyayê geleke çalakî lidar xistin. Her sal em tên serdana Kurdistanê. Di serdana vê carê de min xwest rûyekî din ê Kurdistanê bibînim."

'GERÎLA BANDOREKE MEZIN LI MIN KIR'

Garottî anî ziman, serdana wan a vê carê xwedî girîngiyeke cuda ye û got, "Aliyê herî girîng ê vê serdanê dîtina gerîla bû. Li vê derê, yên herî zêde bandorê li min dikin gerîla ne. Dema em vegeriyan, em ê êdî bi dilrehetî qala vê bikin. Bi rastî jî gerîlayên Kurd kî ne, ji bo azadî û demokrasiya rasteqîn çawa şer dikin? Em li nava cîhana xwe ya biçûk nikarin bikin. Lê belê me li vir dît ku têkoşîna tê dayîn çiqasî pêşketî ye."

'EZ Ê BI RENGEKÎ DEWLEMENDTIR VEGERIM MALÊ'

Garottî da zanîn, têkoşîna gerîla ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd e û destnîşan kir, gerîla ji bo hemû gelan têdikoşe. Garottî bang li hemû gelên li Ewropayê kir, ku hê bi xurtî xwedî li vê têkoşînê derkevin.

Garottî herî dawî got, "Ew li vê derê ji bo meşer dikin. Ji bo me xwîna xwe dirijînin. Lê mixabin em li malên xwe bi rehetî dijîn. Bi tenê em xemgîniya xwe li pêşberî bûyeran bilêv dikin. Ev yek nîşan dide bê em çiqasî pasîf in. Ez bi rengekî dewlemendtir vegerim malê. Di walîzê min de wê tecrûbe, ezmûn, agahî û baweriya we hebin."

Komeleya ber bi Kurdistanê ve, ji bo piştgiriyê bide gelê Kurdistanê di sala 1998'an de ava bû. Komele dixwaze ji bo Kurdistanê projeyên madî û manewî bafirîne û piştgiriyê bide gelê Kurd.

...