Koma sêyemîn a şaredariyên Bakur gihişt Kobanê

Koma 3. a şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji bo alîkariya paqijkirinê gihişt Kobanê.

Koma 3. a ji xebatkar û alavên şaredariyên Bakurê Kurdistanê ku bi armanca alîkariya bi şaredariya gel a Kobanê re gihiştin Kobanê. Ev beş ji 38 alavan tevlî ajokarên wan pêk tên. Di nava van alavan de tirektor, kamyon, bildozer û sehrîcên avê yên ji bo vekirina kanalîzasyonan pêk tên.

Xebakarên alîkariyê duh di deriyê sînor ê Kobanê re derbasî Rojava bûn, beşa sêyemîn ji aliyê xebatkarên şaredariya Kobanê û rêveberên wan ve hatin pêşwazîkirin.

Tê payîn ku xebatkarên şaredariyên Bakur mehekê û dibe ku zêdetir jî li Kobanê bimînin û xebatan bidin meşandin. Wê piştî 2 rojan xebatên xwe bidin destpêkirin.

Koma duyemîn a xebatkarên şaredariyên Bakurê Kurdistanê di 5’ê Gulanê de di deriyê Sînor ê Kobanê re vegeriyan Bakur.