Komeke çekdar a girêdayî Artêşa Azad êrîşî çewlika çêlekan ku 2 kîlometreyan durî Bajarokê Tiltemir e kirin û xebatkar qewitandin. Koma çekdar herwiha hezar û 500 çêlek desteser kirin.
Duh komek çekdar a girêdayî Artêşa Azad, bi îdîaya ku çekdarên rêjîmê têde hene, êrîşî çewlika çêlekan kirin. Di encama êrîşê de koma çekdar hezar û 500 çêlek desteser kirin, herwiha xebatkarên çewlikê jî qewitandin.