Li Kobanê koma çekdar a bi navê Qureyş Ciwan a girêdayî Artêşa Azad, ciwanê kurd Hesen Mistefa ku ji leşkeriya Sûryeyê reviyabû kuştin.
Bavê ciwanê kurd Mistefa Mistefa diyar kir ku wî kurê xwe Hesen ji leşkeriya Sûriyeyê revand, di dema vegera malê de koma çekdar a bi navê Qureyş otubûsa ku Hesen pê vedigeriya Kobanê, li beranberî bajarê Meskene ya girêdayî Helebê sekinadin û kurê wî tevî 4 kesên din ji otobusê daxistin.
Mistefa destnîşan kir ku wî ji koma çekdar re gotiye hûn kurê min dibin kû û wiha bersiv dan''kurê te di detê me de ye.
Mistefa da zanîn piştî lêpirsîna çekdaran a binkeya kontrolê ya komên çekdar ku beranberî bajarê Meskena du cenaze. Mistefa got ku cenazeyek yê kurê wî ye û sere wî jê vekiribûn.
Hesen Mistefa di sala 1990 de li Kobanê ji dayik bûye.