Koçer derdikevin çiyan!

Li Kurdistanê Koçerên ku jiyana xwe bi çiyan re kirine yek, bi hatina biharê dîsa ketin rêya koçberiyê.

Li Kurdistanê Koçerên ku jiyana xwe bi çiyan re kirine yek, bi hatina biharê re dîsa ketin rêya koçberiyê. Koçerên ku payîzê çiyayê Bedlîsê daketin deşta Mêrdîn û  Êlihê, bi helîna berfê re dîsa ketin rêya çiyan.Koçerên ku îsal li Mîdyatê konê xwe vedan, ji Heskîf, Êlihê û Hezo berbi Bedlîsê ve ketin rê û bi sewalên barkêşiyê konên mûyîn tên kişandin û jin ji vê re pêşengiyê dikin. Pez jî bi rêwitiya şivanan a bi rojan digihêjin lûtkeyên çiyan.

...