Kobanê 2 têkoşer ber bi bêdawîtiyê bi rê kirin

Bi sedan welatiyên Kobanê têkoşerên azadiyê Nûman Karat (Mihemed Elî) ê di operasyona rizgarkirina Minbicê de û şervanê azadiyê Agir Amed ê di êrîşên li hemberî komên çete yên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, ber bi rêwîtiya dawî ve birêkirin.

Ji bo her du cangoriyên azadiyê bi sedan welatiyên Kantona Kobanê ku alên YPG, YPJ, Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyên pakrawanan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin, bi karwanekî girseyî berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Tîrmik ê girêdayê Kobanê.

Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen tevî nûnerên Meclîsa Zagonsaz û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî merasîma oxirkirina her du cangoriyan bûn.

Piştî merasîma leşkerî ya şervanên Erka Xweparastinê, Ismet Şêx Hesen axivî û got “Şehîdan ji bo me û azadiya vê axê canê xwe feda kir. Em çiqas behsa wan û qehremaniya wan bikin jî, em nikarin mafê wan bidin. Ji ber vê çendê pêwîst e em riya wan bişopînin û nirxê xwîna wan a paqij biparêzin.”

Şêx Hesen di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên artêşa dagirker a Tirk û komên çete yên girêdayî wê û diyar kir ku armanc ji van êrîşan ew e ku vîna welatiyên herêmê were şikandin û kantonên Kobanê û Efrînê negihêjin hev.

Serokê Desteya Parastinê ya Kobanê li hemberî van êrîşên bêserûbin got ku wê bi ruhê berxwedaniya efsaneyî ya Kobanê li hemberî êrîşkaran bisekinin û her du kantonan bikin yek.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şervan Hesen jî ji malbatên cangoriyan re sersaxî xwest û ev tişt anî ziman; “Wekî xelkê Kobanê û gelê Rojava xwîna şeîhdan deynek di sukra me de ye û berxwedanî peywira me ya sereke ye.”

Paşê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed nasnemayên têkoşer Numan û Agir xwend û radestî malbatên wan kir.

Şervan û welatiyan cenazeyên her du lehengan rakirin û di nava tilîlî û dirûşmeyan de li goristanê spartin axê.