Konseya Rêveber a KNK'ê rejîma Îranê ji ber hewldana tecawizkariyê şermezar kir û destnîşan kir ku Ferînaz Xosrawanî ya ji bo xwe ji tecawizkariya ajanên rejîmê rizgar bike dawî li jiyana xwe anî, namûs û şerefa jinên Kurd û Kurdistanê parastiye. KNK'ê banga xwedîderketina li berxwedana gelê Mahabadê kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê întixara jina ciwan a Kurd Ferînaz Xosrawanî, ku li bajarê Mahamad ê Rojhilatê Kurdistanê li Otela Tara cihê lê dixebitî, ji bo ji tecawiza endamên îstîxbarata Îranê rizgar bibe xwe ji qatê 4'an avêt, daxuyaniyek da.
Konseya Rêveber bibîr xist ku jina Kurd Ferînaz Xosrawanî a bi keda xwe ya helal li Otela Tarayê kar dikir, li hewldana tecawizê ya ajanên îstîxbarata Îranê rast hatiye û ji bo xwe ji tecawiza ajanan rizgar bike xwe ji qatê 4'an ê otelê avêtiye û jiyana xwe ji dest daye.
'XELKÊ MAHABADÊ HÊJAYÎ NAV Û DÎROKA XWE EV TECAWIZKARÎ BÊ BERSIV NEHIŞTIYE'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser helwesta gelê Mahabadê ya dijî vê hovîtiyê û hat gotin, "Çawa xelkê Mahabadê ev bûyera xembar bihîstiye daketine cade û kolanên Mahabadê û li ber Otela Tarayê kom bûye û ev bûyer bi xurtî şermizar kiriye. Îstixbarata Îranê û hêzên pasdaran êrişî xelk kirine û gelek birîndar hene, hejmareke bilind jî girtine. Di protestoya xelkê de Otela Tara jî bi ber agir ketiye ku ji xwe bûye êwirgeha ajanên Îtlaatê. Xelkê Mahabadê hêjayî nav û dîroka xwe ev tecawuzkariya istixbarat û pasdaran bê bersiv nehêlane, sekineke têkoşerî nîşan dane û ev nerazîbûna xelkê pêl bi pêl bilind bûye û herdiçe zêdetir dibe."
Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku ev rûdana li Mahabadê bûyereke biçûk nîne û gelek bi zanahî û sîstematîk tê kirin. KNK'ê destnîşan kir ku dewletên dagirker li her derê Kurdistanê van kiryara bi destê ajan û kirêgirtiyên xwe didine kirin û diyar kir ku ji xwe tacawuzkariya herî mezin ya van dewletên kolonyalîst dagiriya Kurdistanê bi xwe ye.
KNK'ê da zanîn ku rejîma Îranê bîst û çar saet in maf û azadiyên gelên Îranê bi giştî û bi taybetî jî li Kurdistanê binpê dike û got, "Ji aliyê polîtîk ve ji xwe li Kurdistanê jiyan li xelkê me kirine hefs û zîndan. Tixûbê îdamên li Kurdistanê hatine kirin nema ye û hêj jî têne kirin. Di warê ekonomîk de jî feqîrî û birçîtî di dereceya herî bilind da ye. Di nav van şertên dijwar de jiyana sosyal ya xelkê jî bi şiddet û tecawuzkariyê hatiye heram kirin û jiyan li xelkê kirine jahr û mirin. Îstixbarata Îranê bi taybetî li Kurdistanê hespê xwe gelek bê perwa dibezîne û destdirêjiyê li her xeleka jiyana xelkê Kurd dike. Roj nîne ku kirêtiyekê bi serê jineke Kurd neyînin."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, jina Kurd van salên dawiyê di xebata rizgarî û azadiya Kurdistanê de li rêzên pêşiyê têkoşînê dide û jina Kurd hem li dijî dagirkerî û otorîteriya rejimê hem jî li dijî şîdeta zihniyet û pratîka mêrşahiyê berxwedaneke bihadar nîşan dide.
'XOSRONAWÎ ŞEREF Û NAMÛSA HEMÛ JINÊN KURD Û KURDISTANÊ PARASTIYE'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Îstixbarata Îranê ji ber vê serhildêriya bi siyanet a jina Kurd dest bi êrişkarî, daberizîn û tecawuzkariya li hember jina Kurd kiriye. Nimûneya dawiyê Ferînaz Xosrowanî ye ku xwestine dest biavêjine şeref û namûsa vê jina Kurd ya bi rû û rûmet. Jina Kurd Ferînazê ev firsede nedaye van ajanên îstixbarata Îranê da ku destê wan yê qirêj bi bedena wê nekeve xwe kuştiye. Jina Kurd bi pratîka xwe careke din nîşan daye ku ew nahêlin destê dijminî bi bedena wan ya pak û temîz bikeve. Ew bedelê herî mezin an ku canê xwe didin lê nahêlin destê dijminî dirêjî wan bibe.
Destdirêjiya dijminî ya li ser Kurdistanê, ya li ser jinên Kurd û Kurdistanî bi berxwedan û têkoşîna jinên Kurd yên qehreman wê bi dawî bê.
Ferînaz Xosrawaniyê bi bedelê canê xwe jî be şeref û namûsa xwe û ya hemû jinên Kurd û ya Kurdistanê parastiye."
KNK'ê di daxuyaniya xwe de bi rêzdarî Ferînaz Xosrowanî bibîr anî, ji malbatê, tevahiya gelê Mahabadê re sersaxî xwest.
'GELÊ MAHABADÊ BI TENÊ NEHÊLIN'
KNK'ê berxwedana xelkê Mahabadê ya bihadar pîroz kir û got, "Xelkê me li dijî dagirkerî û her reng tecawuzkariya rejima kolonyalîst ya Îranê divê têkoşîna xwe bi xurtî bidomîne.
KNK bangî hemû Kurdistaniyan jî dike ku xelkê Mahabadê bi tenê nehêlin û bi taybetî jinên Kurd divê vê daberizîn, tecawuzkarî û destavêtiniya rejima Îranê şermizar bike, protesto bike û piştaveniya xwe nîşanî jinên Mahabadê û hemû jinên rojhilata Kurdistanê bidin.
Daxwaza girtin û dadgeh kirina sûcdarên vê kiryara nemirovî ji dewleta Îranê êdî bê mana ye ji ber ku emir û fermana vê daberizînê ji xwe ji teref rejimê ve hatiye dan û rejim bi xwe li Kurdistanê tecawuzkar e. Sûcdar rejima Îranê bi xwe ye û em bi xurtî rûreş û şermezar dikin."