KNK'ê 1'ê Gulanê pîroz kir
KNK'ê bi daxuyaniyekê, Cejna 1'ê Gulanê li tevahiya karker, kedkar û gelên Kurdistanê pîroz kir.
KNK'ê bi daxuyaniyekê, Cejna 1'ê Gulanê li tevahiya karker, kedkar û gelên Kurdistanê pîroz kir.
KNK'ê bi daxuyaniyekê, Cejna 1'ê Gulanê li tevahiya karker, kedkar û gelên Kurdistanê pîroz kir.
Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku karker û kedkaran bi têkoşîn û xwedana li eniya xwe, bi keda xwe ya helal 1'e Gulanê kirine cejna xwe ya "Yekîtî, têkoşîn û piştgiriyê", li seranserê cîhanê tê pîrozkirin û li hemû karker û kedkarên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz kir.
KNK'ê ragihand diyar kir ku 1'ê Gulanê di heman demê de cejna hemû gelê Kurd û Kurdistanê û got, "Gelê Kurd û hemû Kurdistanî serê sedan salan e ji bo azadiyê, bo rizgariyê, ji bo jiyaneke dilşa û serbilind têkoşînê didin. Ev têkoşîne bi xwe kedeke mezin û bihadar e. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadiyê û rizgariyê ne."
Konseya Rêveber a KNK'ê da zanîn gelên Kurdistanê bi keda xwe ya mezin a têkoşînê re Cejna 1'ê Gulanê heq kirine û li tevahiya gelên Kurdistanî, li gerîla û pêşmergeyên ji bo doza Kurdistanê bi fedekarî canê xwe feda dikin pîroz kir.
Peyama KNK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Cejna 1'ê Gulanê, li nav kanên ber û keviran, di kolan û derxistina rejûya sedan kîlometre li binê erdê, li ser dîwarên xanî û avahiyan, li febrîqe û zeviyên çandinê û her çeperê xebata jiyanê hatiye qazanc kirin û bi têkoşîneke xurt û mezin bi dest ve hatiye. 1'ê Gulanê wekî cejn bi serê xwe, ked e, xwêdan e, hêz e û enerjiya bîr û hizirî ya mirovahiyê ye. Rejîmên zalim û zordar her daîm pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derxistine pêşiya karker û kedkaran û hemû xelkê, ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, nejî xelkê serê xwe li ber van zilmên serdestan şor nekiriye û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Xelkê Kurd ji kevin were ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kiriye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kiriye."
Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin ku têkoşerî û berxwedêriya doza azadiyê, rizgariya kerkerî û kedkariya herî mezin e û diyar kir ku divê gelên Kurdistanê dakevin meydanan û hem cejna xwe pîroz bikin hem jî hêvî, xwezî û daxwazên xwe yên azadî, wekhevî û aştiyê bi dengekî bilind bînin ziman.
Peyama KNK'ê bi vî rengî bi dawî bû: "KNK 1'ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên cîhanê, li xelkê Kurd û Kurdistaniyan û hemû xelkên cîhanê pîroz dike. KNK hêvî û daxwaz dike ku rêveberiyên Kurdistana Federal û Kurdistana Kantonal jî fermiyetê bidine 1'ê Gulanê ku hem tatîl be hem jî bi giştî û gelerî bê pîroz kirin."