Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku dewleta hikûmeta AKP’ê ya ku hewl dide rejîma totalîter a xwe dispêre faşîzmê bi sazî bike, bi armanca şikandina îradeya rêxistinkirî ya gelê Kurd tam şerekî qirkirinê dimeşîne. KJK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Dîktaya faşîst a di pêşengiya Erdogan û AKP’ê ku ji havîna bihurî ve tevî hemû cure qetlîamên ku sûcên mirovahiyê ne pêk tîne û nikare berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd bitepisîne, hewl dide bi berbelavkirina êrîşên xwe ve şerekî qirkirina topyekun bimeşîne. Li dijî vî şerê qirkirinê, wek çawa berxwedana topyekun rewa ye, her wiha parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe jî yekane rê ye.”
ÊRÎŞA LI DIJÎ KJA Û HEVSEROKAN NE TESADUF E, PARÇEYÊ QIRKIRINÊ YE
KJK’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan;
“Dewleta Tirk a ku Komara Yekemîn li ser qirkirina Ermeniyan ava kir, hewl dide ji ser qirkirina Kurdan jî Komara Duwemîn bi pêş bixe. AKP’e ya ku hewl dide bi dij darbe-darbeyekê ve tevahî mûxalefetê tasfiye bike, li dijî hêza bi rêxistinî û têkoşîna gelê Kurd êrîşên xwe zêde kirine. Îro li Amedê di serî de KJA, Hevşaredar û Hevserok, wateya êrîşa li dijî hêza rêxistinkirî ya gel û jinên Kurd tasfiyekirina îrade û rêxistinbûyina gelê me ye. Eşkere ye ku ev êrîş li dijî biryardariya berxwedana mezin a ku rojên bihurî sazî û hêzên rêxistinkirî yên gelê Kurd li Amedê derxistiye holê tê pêşxistin. Bi taybet jî êrîşa li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku sembola îfadeya îradeya kolektîf a KJA û gelê Kurd e, ne tesaduf e, bi temamî sîstematîk e û parçeyê plana qirkirinê ye.
AKP LI 3 PARÇEYAN ŞER DIMEŞÎNE
Rejîma dîktaya faşîst a bi pêşengiya AKP’ê, li Bakur hewl dide bi qetlîam û înfazan, binçavkirin û girtinan, hilweşînên di asta eko-qirkirinan, qedexeyên kolanan, girtina saziyên çapemenî-ragihandinê, bi qeyûman desteserkirina şaredariyan, bi vê rêkê ve hewldana rakirina sîstema hevserokatiyê ve armanc dike ku îradeya xwerêveberî û xweparastinê ya gelê Kurd tine bike, li Rojava jî li şûna DAÎŞ’ê dixwaze vê carê çeteyên Artêşa Sûriyeya Azad bi cih bike û Kobanêyek duwemîn pêk bîne. Ji bo vê jî li derdora Efrînê êrîşên xwe zêde dike û hedef dike ku vê kantona Rojava dorpêç bike. Li gel vê jî bi operasyonê Mûsilê ve dixwaze li Başûr jî bi rêka siyaseta şantajan ji bo xwe bingehê harekata bejahiyê amade bike.
ME PÊŞENGIYA BERXWEDANÊ LI XWE GIRTIYE
Eşkere ye ku yê dibe sedema vî şerê qirker topyekun ku eniya faşîst yekbûyî ya di pêşengiya AKP’ê li dijî gel û tevgera me daye destpêkirin, lêgerîna avakirina Komara Duwemîn e. Yê ev krîz daye der jî berxwedana hêzên demokrasiyê ya bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd e. Lewre jî yekane rêya sekinandina vê eniya faşîst xurtkirina eniya demokrasiya yekbûyî ye. Wek jinên Kurd ji bo parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe me pêşengiya berxwedanê li xwe girtiye. Ala berxwedanê ya ku Şehîd Sêvêyan, Fatmayan, Pakîzeyan, Taybetan, Nûcanan bi bedelên mezin û bi baweriya “encam çi dibe bila bibe, wê mûhteşem be” rakirine, wê ti carî nekeve û bi serkeftinê tacîdar bibe. Wek Tevgera Azadiya Jina Kurd, em xwedî vê asta biryardarî û îdayê ne.
ROJ, ROJA SERHILDANA TOPYEKUN E
Roj, li dijî rejîma dîktaya faşîst a hewl dide xwe li ser îmha û înkara Kurdan ava bike, roja berxwedana topyekun e. Roj, li dijî her cure êrîşên dewleta hikûmeta AKP’ê roja mezinkirina xweparastin û rêxistinkirinê ye. Roj, roja serhildana topyekun e. Ji ber ku ev şerê AKP’ê armanc dike hebûna me tine bike. Berxwedana me berxwedana hebûn û nebûnê ye. Ji ber ku hebûna me ya wek gelê rêxistinkirî tê wateya nebûna rejîma dîktaya faşîst. Têkoşîna me xwedî wateyek wisa dîrokî ye û xwedî ew hêz e ku dikare herikîna dîrokê biguhere.
Lewre jî ji bilî berxwedanek xwe dispêre xweparastin, rêxistinkirin û îradeyê jiyanek din heram e. Roj roja berxwedana mezin, parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe ye. Di serî de ji her temenî jinên Kurd, em bang li gelê xwe dikin ku em berxwedana ku wê rejîma faşîst hilweşîne pêş bixin.”