KJAR’ê 2. Kongreya xwe li dar xist
KJAR’ê bi şiyara “Bi Rêbertiya Azad, Li Rojhilat û Li Îranê Şoreşa Jinê Ava Bıkın” 2. Kongreya xwe li dar xist.
KJAR’ê bi şiyara “Bi Rêbertiya Azad, Li Rojhilat û Li Îranê Şoreşa Jinê Ava Bıkın” 2. Kongreya xwe li dar xist.
2. Kongreya KJAR’ê, bi beşdariya delegeyên ji hemû qadên xebatê hatine, di navbera 12-14 Cotmeha 2016’an de hate lidarxistin.
Kongreya KJAR’ê di serî de di kesayetên Ş. Bêrîvan Hêja û Ş. Zîlan Serdeşt de ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, bi deqîqeyek rêz girtinê destpêkir. Pişt re perspektîfa Rêber Belê Kurd Abdulah Ocalan ya ku bi berfirehî derbarê pêvajoyê, pirsgirêkên civakî û xebatên jinê dinirxîne hate xwendin.
Di kongreyê KJAR’ê de peyama koordînasyona KJK’ê hate xwendin. Koordînasyona KJK, 2. Kongreya KJAR’ê bi coş, îddîa û bi biryariya Şoreşa Jinê ya Rojava slav kir û xeta berxwedanê ya rêhevalên wan ên şehîd ên Rojhilatî ku di kesayeta rêheval Şîrîn Elemhûlî de li ser bingehê xeta Sara pêş dikeve û her diçe civakî dibe silav kir. Her wiha Koordînasyona KJK’ê pêvajoya ku têre derbas dibin ji bo jinê bi awayekî xurt nirxand, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê bi giştî li Îranê, li hemberî pirsgirêkên ku jin jiyan dikin, derbarê bihêzbûyîna çareserî û îradeya KJAR’ê hatiye sekinandin û her wiha li ser berpirsiyariya KJAR a ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şoreşa jinê pêk bîne hate destnîşankirin.
Piştî peyamê, rapora rêvebiriya KJAR’ê ya nirxandina 2 salan hate xwendin û derbasî rojeva pêvajoya siyasî hate kirin. KJAR’ê diyar kir ku pêvajoya ku ew têre derbas dibin, karakterê serdemê, weke jin jiyankirina pirsgirêkên civakî û li hemberî vê ferasetên çareserî û alternatîfbûyînê, di vê rojevê de bi kurahî gotûbêj kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê, rewşa ku jin tê de ye bi berfirehî hatiye destgirtin û di serî de di qadên îdeolojîk, siyasî, aborî û parastina cewherî, di hemû qadan de grîngiya birêxistinbûyîna jinê hatiye destnîşan kirin. Kongre, şert û mercên esaretê ya ku Rêber APO tê de ye nirxandiye, li ser bingehê bi dawîkirina vê yekê, li ser pêdiviya bi ser de çûyîna înşaya netewa demokratîk derxistiye holê.
Di Kongre ya KJAR’ê de herî zêde li ser çareserkirina pirsgirêkên civakî nîqaş hatin kirin. Her wiha li ser esasê avakirina netewa-demokratîk, bêtir li ser pêkhatebûyîna KJAR’ê hatiye sekinandin û esas hatiye girtin, divê xwedî qadên siyasî, aborî, sosyal, ekolojîk, hiqûq, çand û huner, parastina cewherî, dîplomasî û perwerdeyê de xwe birêxistin bike. Hevparîbûyîn û hevgirtina jinê jî di kongreyê de hatiye dest girtin. Bi bingeha siyaseta demokratîk bi rêxistin, tevger û şexsiyetan re ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hene, pêşxistina feraseta hevparîbûyînê hatiye destnîşan kirin.
KJAR, li ser vî esasî bi hemû rêxistin û şexsên antîfaşîst û antîkapîtalîst re wê di nav hevgirtin û hevparîbûyînê de be. Kongre bi nirxandina xebatên 2 salane yê KJAR’ê, ji bo dema pêş, xwe gihand plansaziyeke bêtir berfireh. Hevpeymana KJAR ji nû ve hate dest girtin, rêvebiriya KJAR a ku ji 12 kesan pêk tê, di kongreyê de hate hilbijartin.
Kongre bi hemû coş û moral berdewam kir, herî dawî jî bi drûşmeyên ‘ Bijî Serok Apo’ , ‘Bê Serok Jıyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.