KJA: AKP ji xwînê têr nebû!
KJA’yê înfaza li Çewlîkê lanet kir û got: “Zîhniyeta AKP’ê ya berê di provokasyona Agiriyê de xwe da dest, îro careke din li Kanîreşê nîşan da ku ji xwînê têr nebûye.”
KJA’yê înfaza li Çewlîkê lanet kir û got: “Zîhniyeta AKP’ê ya berê di provokasyona Agiriyê de xwe da dest, îro careke din li Kanîreşê nîşan da ku ji xwînê têr nebûye.”
Kongreya Jinan a Azad (KJA) têkildarî qetilkirina ajokarê wesayîta hilbijartinê ya Çewlîkê Hamdullah Oge daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Wesayîta HDP’ê ya hilbijartinê ku ji bo xebatên hilbijartinê ji gundê Serpmekaya ya Kanîreş a Çewlîkê derket rê, bi çekên lûledirêj hat gulebarankirin. Di encama êrîşê de hevalê me Hamdullah Oge li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.”
KONSEPTA SALÊN 90’Î DIDOME
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de êrîşên li dijî HDP’ê qet nesekinîne û ev bi bûyera dawî re tê dîtin. Hikûmeta AKP’ê ji ber tirsa encamên hilbijartinê, provokasyonên xwe didomîne.
Zîhniyeta AKP’ê ya ku berê xwe bi provokasyona Agiriyê da dest, bi bûyera Kanîreşê re dîsa nîşan daye ku ji xwînê têr nebûye. Pergala ku di tevahiya dîrokê de xwe li ser înkar û tinekirina gelê Kurd ava kiriye, di şexsê zîhniyeta AKP’ê de xwe dide domandin. Ev pêvajoyên tinekirinê ku tê wateya hewldana dawî ya zîhniyeta faşîzan a îflas kiriye, hewl didin di hişan de zindî bihêlin. Çawa ku di salên 90’î gel hat qetilkirin, rastî îşkenceyan hatin û hatin girtin, di pêvajoyên di 2000’î de di şexsê Serdar Daniş û Ebubekîr Denîz de li dijî têkoşîna Kurd êrîş pêk hat, îro dixwazin di şexsê Hamdullah Oge de bidomînin.”
EM Ê BENDAN HILWEŞÎNIN
Di berdewamiyê de hat diyarkirin ku êrîşên li dijî HDP’ê pêk hatine li dijî xeyalên aştî, azadî û demokrasiyê pêk hatine û wiha berdewam kir: “Ev êrîş li dijî jinan e. Çi dibe bila bibe wê gelê Kurd neyê provokasyonan. Bersiva me ya herî mezin a li dijî van hilweşandina bendane.”
KJA’yê înfaz lanet kir û bang kir ku xwedî li HDP’ê derkevin û gotin ev êrîş wan têk nabin.