Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak çûn serdana Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiyên dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin û diyar kir ku hejmara girtiyên tevlî çalakiya gireva birçîbûnê bûn her diçe zêde dibin û girtî di daxwazên xwe de bi biryar in.
Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak têkildarî çalakiya gireva birçîbûnê ya ji girtiyên siyasî ve di 12'yê îlonê de hate destpêkirin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Demîrtaş û Kişanak, berî daxuyaniyê girtiyên siyasî yên di çalakiya gireva birçîbûnê de ziyaret kir û nêzî 3 saetan di girtîgehê de man. Di dema hevdîtinê de Parlementera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Dayîkên Aştiyê, rêveberên BDP'ê, MEYADER, TUHAD-FED, Diyar TUHAD-DER û gelek kesên din li ber girtîgehê sekinîn. Welatiyan sloganên "Bijî Serok Apo" û "Zext me bêzar nakin." berz kirin.
Piştî Demîrtaş û Kişanak hevdîtinên xwe bi dawî kirin ji girtîgehê derketin û li ber girtîgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji tacrîdê re na ji girtiyan azadî" û wêneyên siyasetmedarên kurd hatin vekirin. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku wan li girtîgeha tîpa E û D ên Amedê hevdîtin pêk anîn û wiha got: "22 roj in li girtîgehên Tirkiyeyê çalakiyên gireva birçîbûnê dest pê kirin e. Her diçe hejmara girtiyên tevlî çalakiyê dibin zêde dibin. Îro me rewşa girtiyên dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin di aliyê fîzîkî de baş nedît lê di aliyê moral de gelek baş bûn. Me silavên wan ji hemû malbat û gel re anîn."
Demîrtaş, anî ziman ku 2 daxwazên çalakiya gireva birçîbûnê hene. Demîrtaş, da zanîn ku girtî dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û astengiyên pêşiya perwerdehiya zimanê kurd bên rakirin. Demîrtaş, bi lêv kir ku girtî di van daxwazan de bi israr û bi biryar in û divê raya giştî bi hestiyar be û wiha axivî: "Divê rayedarên hikûmetê teqez li hemberî vê çalakiyê bêdeng nemînin. Her du daxwaz jî ji bo çareseriya aştiyane,diyalog û çareseriya bi rûmet in. Divê li hemberî çalakiya gireva birçîbûnê jî gelê me bêdeng nemîne."
Demîrtaş axaftina xwe wiha berdewam kir: "Pêvajoya em dijîn ji rêzê nîn e. Tirkiye di hûndir û derve şer dike. Îro Tirkiye bi awayekî fermî bi Suriyeyê re şer dike. Ji xwe di hundir de her roj mirov dimirin û rondikên dayîkan dibarin. Em li hemberî vê yekê bêden namînin. Ji bo daxwaz bên bicih û çalakî bi dawî bibe ya ji destê me bê em dê bikin. Divê bi muxataban re bi awayekî bi rûmet muzakere berdewam bikin. Birêz Ocalan di nava çar diwaran de bê girtin aştî pêk nayê. Hikûmet behsa muzakere û hevdîtinên Osloyê dike lê divê hêj cidî nêzîk bibe. Heke wisa be em dê piştgiriyê bidin wan. Em gavên li ber çava dixwazin bibînin."
'DIVÊ HÊJ BÊTIR EM KEDÊ BIDIN'
Demîrtaş, destnîşan kir ku girtî bi israr çalakiya xwe berdewam dikin û wiha pê de çû: "Heke em mirinan nexwazin divê em bêtir kedê bidin. Heke dê encamên me nexwazin pêk bên. Em ev biryarbûyîn di hundir de dît. Divê hemû kes destê xwe danê ser wijdana xwe ji bo aştiyê kedê bide." Demîrtaş, diyar kir ku wan bi Hatîp Dîcle re hevdîtin pêk anîn û wiha got: "Berxwedanekî bi rûmet li dar dixin. Moral û coşa wan gelek baş bû."
Piştî daxuyaniyê Demîrtaş pirsên rojnamegeran ên têkildarî teqîna duh li ser sînor pêk hat û tezkeraya Sûriyeyê bersivadin.