Kişanak: Qetilkirina 3 jinên Kurd, qetilkirina aştî û azadiyê ye

Kişanak: Qetilkirina 3 jinên Kurd, qetilkirina aştî û azadiyê ye

Di merasima dîplomata Kurd û Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak diyar kir ku, di dîrokê de gelek qetilkirin pêk hatin, lê bi qasî qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên Kurd qetilkirina mezin pêk nehat. Kişanak da zanîn ku, ew sembola aştî û azadiyê bûn û nûnerê gelê Kurd bûn. Kişanak anî ziman ku, gelê Kurd her tim ji aştiyê re amade ye û ger neheqî li nirxên gelê Kurd bê kirin heta dawî ji têkoşînê re jî amade ne.

Cenazeyê Dîplomata Kurd û Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan li navçeya Elbîsanê ya Gurgumê li gel berfa zêde ji aliyê hezaran kesan ve bi sloganên "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin. Di merasimê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, parlamenterên BDP'ê, malbata Fîdan Dogan, şaredar jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Girseya ku cenaze pêşwazî kir cilê reş li xwe kir û dowîzên "Em hemû Fîdan Doganin" rakirin û sloganên "Em hemû Fîdan in" "Şehîd namirin", "PKK gele, gel li vire", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Bijî Serok Apo" qîr kirin. Li gel berfa zêde û hewaya sar bi hezaran kes kom bûn.

Destpêkê bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan axivî û diyar kir ku, ew bi keça xwe ser bilinde û xwest bi lezgîn komkujî bê ronîkirin.

BAYDEMÎR: 3 DÎPLOMAT ÇÛN 40 MILYON DÎPLOMAT RABÛN

Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr jî axivî u wiha got: "Ji Amedê heta Nûrhaqê silavên milyonan gelê Kurd li we hemû can û mirovan. Hûn bi xêr û xweşî hatin." Axaftina Baydemir bi slogana "Bijî Serok Apo" hat qutkirin. Baydemir pişt re wiha got: "Ji bo xatirê jiyana bi rûmet û yekîtiya gelê Kurd û Kurdistanê pêk were wan jiyana xwe fedayî gelê xwe kir. Cihê wan bihişt be. Neviyê Şêx Seîd û Seyîd Rizan tev bûn yek dilê me, armanca me û rêya me yeke. "Şehîd namirin" ji Ewropa heta Amed, ji Amedê heta Nûrhaqê bi milyonan gelê Kurd Leyla, Fidan û Sakinê xist dilê xwe. Bila hemû cîhan bizanibe ku yek Kurd nenûka wî li kevir bikeve dê 40 milyon Kurd lê xwedî derkeve. Bila kes nebêjei kurd bê xwedî ye. Gele kurd yek e û bi xwedî ye. Ey xwişk û birayên min yên Elewî Seyîd Riza û Pîr Sultane. Hûn ne tenê ne. Em hemû yek in û bi hevrene. Em yek bawerî çand û armanc in. Bila dengê be bigê Nûrhaq û tev li pêlê Mûnzûrê bibe û biherike. Em dayik û bavê kurd dibêjin dil û kezeba me şewitî bila dil û kezebên din neşewitin. Em li Nûrhaqê bang dikin ku bila dayikên din jî bêjin ji şerre bes e. Bila her kes li diji şer ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin. Ji Nûrhaq, heta Cûdî, Gabar û heta Mêrsînê her kes aştiyê dixwaze. Dem dema difaqê ye. Mil bi mil, dil bi dil em dê ber bi aştiyê ve biçin. Berxwedan jiyan e, jiyan berxwedan e xwişka Fîdan e. Di dirokê de yekem car e 3 dîplomatên kurd tên qetilkirin. Di dîrokê de 3 dîplomatên kurd tên qetilkirin. Lê bila her kes zanibe ku 3 tîplomat bûn 40 milyon dîplomat. Seyit Riza, Pîr Sultan û Hz Elî rêberê we be."

KIŞANAK: EW RÊWIYÊ RÊYA BÊDAWÎ NE

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî axivî û got: "Silav ji hevalên Fîdan gelê Kurd û Kurdistanê re. Em îro ji bo heval Fîdan li ser axa pîroz bi rê bikin em gihiştin hev. Fîdan xizmeta mezin ji jinê Kurd û gelê Kurd re kir. Niha jî em peyvira xwe ya li hemberî wê dikin. Em dê deynê xwe yên li hemberî hevalên xwe bidin. Em 3 hevalên xwe yên jin bi hesreta welat bi rê bikin. Bi evîn û hesreta wan li axa wan vegerînin. Xwezî bêtir di ber xwe bidana û li gel me di nava gel de bi saxî li axa xwe vegeriyana. Îro li vir 3 hevalên me û jinên peqrewan em soza xwe pêk tînin."

'EM SOZ DIDIN WAN KU DAXWAZA WAN YA AŞTÎ Û AZADIYÊ PÊK BÎNIN'

Kişanak soz da 3 jinên Kurd û wiha berdewam kir: "Em soz didin hevalên xwe yên peqrewan. Em dê aştî û azadiyê pêk bînin. Rêheval Fîdan em soz didin gelê kurd dê li ser axa Kurdistanê azad bijî. Fîdan li Ewropa digot 'lez bikin ez êdi vê hesretê ranakim. Em bi hevre biçin Kurdistanê Amedê Nûrhaqê bigerin.' Ger ku em aştiyê edaletê û azadiyê pêk bînin wê demê em dê deynê wan bidin. Ji ber vê yekê divê bêtir ji bo aştî, azadî û çareseriyê têbikoşin."

'FÎDAN QASIDÊ AŞTIYE BÛ'

Kişanak da zanîn ku, Fîdan qasidê gelê Kurd ê Ewropayê bû û wiha berdewam kir: "Evîndarê azadiyê ya Kurd bû. Dîplomata wêrek jîr û serkeftî bû. Lê kesê ew qetilkirin xwe xapandin. Bila baş bizanin êdî bi hezaran fîdanên ku peyvir û ala wê dewir bike hene." Axaftina "Şehîd namirin" hat qutkirin. Kişanak di berdewama axaftinê de anî ziman ku, li ser vê axê şer û têkoşînên mezin hatine meşandin û wiha got: "Tu tişt nayê veşartin. Di peymanên Kadeşê de îmzeya jinan heye. Bila kes li ser vê axê hesabê şaş neke. Gelê Kurd li axa qedîm xwedî derdikeve. Aştiyê jî baş zane û baş zane ku li nirxên xwe xwedî derkeve. Em ji têkoşîn, evîn û nirxên ku wê jê bawer kiribûn bawer dikin. Em dê teqez aştiyê bînin ser vê axê. Êşa me gelek mezine. Êşa jinên Kurd pir mezine. Di dîrokê de qetilkirinên pir mezin hatin kirin. Lê bi qasî qetilkirina 3 jinan qetilkirina mezin pêk nehatiye. Kesên 3 jinên ku evînê aştî û azadiyê qetilkirin, aştî û jiyan qetil kirine. Ji ber ku ji bo jin û kurdan jin jiyane. Bi qetilkirina jinê jiyan qetilkirine. Azadî bêdeng kirine. Bi qetilkirina jinê têkoşîna Rêberê Gelê Kurd ya Birêz Ocalan têkoşîna Jina Azad qetilkirin. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd got jin azad bibe dê gelê Kurd û civak jî azad bibe. Sakine, Fîdan û Leyla sembola herî mezin ya vê ala azadî û aştiyê bûn. Xwestin evîn û girêdana azadî û aştiyê ya jinan qetil bikin. Em li virin. Em hemû Leyla, Sakinê û Fîdan in. Hêza we têra qetilkirina Leyla, Fidan û Sakine nake. Ew dê heta û heta bijîn. Dê heta heta dawî li ser vê axê di nava aştî û azadiyê de bijîn. Em wan naxin nava axê. Em dê wan bikin rêwiya bê dawî."

KIŞANAK: EM DÊ HETA DAWÎ JI BO AZADÎ Û AŞTIYÊ TÊBIKOŞIN

Kişanak di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ji roja qetilkirin pêk hatiye heta niha gelê Kurd li Ewropa, Amed, Elbîstan, Mêrsîn, Dêrsim û çar aliyê cîhanê li ser piyane. Gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe nîşan dide ku çiqas qîmet dide 3 jinan. Ji ber ku ew sembol bûn. Ev qetilkirin li dijî projeya Rêberê Gelê Kurd Ocalan bû. Ew sembolê aştiyê û azadiyê ne. Em dê êşa xwe di dilê xwe de veşêrin. Hêsirê xwe biherikînin dilê xwe. Em dê bi hevre ji bo aştî û çareesrî pêş bikeve û gelê me bigêje azadiyê em dê êşê xwe di dilê xwe de veşêrin û têbikoşin. Niha gelê me bi vê sekna xwe ya bi rûmet dibêje em ji aştiyê re amade ne. Em niha li Nûrhaqê bi hezaran li vir in. Gelê Kurd ji şer re amade ne. Lê hûn ji aştiyê û qebûlkirina mafê gelê kurd re amade ne? Hûn ji çareseriyê re amadene. Em di emrê gelê xwe dene. Em ji aliyê din jî samimiyetê dixwazin. Em dixwazin ew jî êdî rastî û daxwaza gelê kurd fam bikin. Em soz didin rêheval Fîdan û 3 canê din. Em dibêjin ku ger dîsa neheqî û bêhurmetiyê li hemberî nirxên we bikin em heta dawî amade ne ku li dijî vê yekê têkoşînê bidin. Em sersaxiyê ji malbata Fidan, gelê kurd û Kurdistanê, hemû kesên ji aştiyê azadiya jinê bawer dikin û sersaxiyê dixwazin. Hûn Rêhevalê Rojê em we ber bi rojê ve oxir dikin û oxirî rêya bêdawî dikin. Em dê bi ser bikevin bi ser bikevin."