Kişanak: Bernameya AKP’ê ya ji bo çareseriyê tune ye

Kişanak: Bernameya AKP’ê ya ji bo çareseriyê tune ye

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de sê noqteyên şkestinê hene û ev jî mîna Girtîgeha Amedê; di salên 1990'î de rojên şewitandina gundan û li kolanan kuştinên faîlê wan ne diyar pêk dihatin û bi operasyonê di bin navê KCK'ê degirtina bi deh hezaran mirovî rêz kirin. Kişanak da zanîn ku gava mirov li pêkanînên hukûmeta AKP’ê dimeyzîne dibîne ku tu bernameya wê ya çareseriyê tune ye.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak çû serdana Mêrdînê ku di 8'ê Kanûnê de gelek rêveber, endamên BDP'ê û nûnerên saziyan hatin girtin. Kişanak di destpêka serdana xwe ya Mêrdînê de Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê ziyaret kir.

Di pêşwazîkirina li ketina Mêrdînê ya Îstasyonê Petrolê Ademhanê de Endamê Meclîsa Partiyê Fesîh Ozel û Alî Urkut, rêveberên bajar, navçe û beldeyan, şaredarên BDP'î yên herêmê, endamên meclîsa bajêr û nûnerên MAYA-DER, TUHAD-DER û KURDÎ-DER jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Piştî pêşwazîkirinê bi konvoyeke ji sedan wesayîtî karwan berê xwe da navenda Mêrdînê û Kişanak tevî heyeta pê re Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê ziyaret kir. Kişanak di axaftina ku li vir kir de binçavkirin û girtinên heyî mîna berdewama feraseta derbekar binav kir û wiha got: "Darbe tenê bi çekan nayê kirin. Di roja me de li dij mafê siyasetkirinê yê kurdan pêleke mezin a girtinan tê meşandin. Di dema darbeya 12'ê Îlonê de bi sedhezaran mirov hatin binçavkirin. Lê dema saleke darbeyê derbas bû di girtîgahan de 10 hezar kes tune bû. Partî bi şêwazakî demborhi hatin girtin, lê piştî demekê mafê siyasetê dîsa ji wan re hate naskirin."

Kişanak di axaftina xwe de bal kişande sê noqteyên bingehîn ên şikestinê yên di pirsgirêka kurd de û nirxandina xwe wiha dom kir: "Ji van ya yekemîn Girtîgeha Diyarbekir bû. Bi rastî jî hovîtî û kirinên dermirovahî yên li girtîgehê pêk hatin di hafizeya civakî de birînên kûr ku dermankirina wan gelekî zahmet e vekirin. Ev noqteyeke şikestinê ya gelekî mezin e. Ya duemîn jî rojên ku di salên 1990'î de şewitandina gundan û li kolanan mirov dihatin qetilkirin bû. Vê yekê jî birînên kûr ên ku zû bi zû nikarin werin rehet kirin vekirin. Di roja me de jî hêna bi van du travmayên civakî re rû bi rû mayîn tune ye. Di roja me de hêna jî gorên giştî hene.

Noqteya sêyemîn a şikestinê jî di vê pêvajoya ku em difikirîn em nêzî çareseriya pirsgirêka kurd bûne û hêviyên civakê hebûn de pêk hat. Bi operasyonên di bin navê KCK'ê de avêtina girtîgehê ya deh hezar mirovî pirsgirêkeke mezin a civakî ye. Pêvajoyeke gelekî travmatîk e."

NIRXANDINÊN BULENT ARINÇ

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak têkildarî axaftinên Cîgirê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç ên derbarê xwe de jî bersivandin û wiha got: "Heger rêzdar Arinç pêwistî bi empatiyeke bi vî rengî dîtibe ez dixwazim bêjim ku ev tiştekî girîng e. Ji ber ku herkes di mecraya xwe de xwe bi sînor kiriye lewra ji hev fêmkirin jî zehmet dibe û ev yek jî çareseriyê hesan nake. Ji ber vê yekê heger rêzdar Bulent Arinç îro xwe neçarî bilêvkirina vê empatiyê dike ev girîng e. Xwezî beriya nifir bikira ev empatî hatiba hişê wî. Dibe ku ji bo min pêkanîna empatiyê hesan be. Lê divê ev yek werê zanîn ku niha bi hezaran mirovên ku navê wan, çîroka wan em nizanin heman pêvajoyên travmatîk jiyan. Ya girîng jî ewe ku em karibin bi êş û azarê mirovên ku navê wan nizanin re jî karibin heman hestan parve bikin."?

'Mala wî xirakirin, gundê wî şewitandin"? ?Kişanak detnîşan kir ku pêwistî bi rû bi rû mayina kirinên Girtîgeha Amedê re heye û dîsa divê bi kirinên 1990'î re jî empatiyek pêk were û wiha berdewam kir: "Di nivî şevê de bi serdegirtina jandarmayan a malan de beyî ku derfetê bibînin pêlavê bixin lingê xwe 5 milyon mirov cih û warê xwe terikandin. Malên wan hatin rûpandin, gundên wan hatin şewitandin. Divê bi van re empatî were kirin. Zarokên Kurdan her sibehê diçin dibistanê û sonda, "bila hebûna min diyarî hebûna tirk be" dixwun. Bi vê re jî divê empatî hebe. Dîsa kirinên hovane yên li dij zarokên kurd ku li girtîgeha Pozantiyê pêk hatin re jî divê empatî hebe. Divê empatî ji bo zarokê Colemêrgî yê li pêşiya kamerayan milê wî hate şikandin jî were kirin. Li gor hîn nûçeyên di medyaya civakî de belavbûn ev zarok jî niha tevlî gerîla bûye. Divê bi 10 hezar kesên avêtine zîndanê re jî empatî were kirin. Ez difikirim ku bi empatiyê rêyek ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dikare were vekirin. Yek bi yek çîrok jî gelekî balkêşin. Dîsa bi hezaran çîrokên em nizanin hene."

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak destnîşan kir ku ew di pirsgirêkên Tirkiyeyê tevî de empatiyê dikin û wiha got: "Em malbatên ku di nava xizaniyê de zarokên xwe mezin dikin û lawê xwe yê bi tenê dişînin leşkeriyê paşê jî bi cenazeyê wî re rû bi rû dimînin re empatiyê dikin. Divê were kirin jî. Mîna ku min got divê hinekî bi giştî li mijaran were mêze kirin. Heta niha nêzîkbûneke hikûmetê ya ji bo çareserkirinê destpêkirina diyalogê tune ye. Divê were zanîn ku her roja bêyî çareseriyê derbas dibe berdelên giran tên dayin. Webalê vê jî li ser milê herkesî ye."

Piştî axaftina xwe Kişanak çû serdana Rêxistina BDP'ê ya navçeya navendî û paşê jî ji bo beşdarî civîna gel bibe derbasî Qoserê bû.