Kiryar neyên darizandin dê çawa aşîtî pêk bê?

Kiryar neyên darizandin dê çawa aşîtî pêk bê?

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Cuneyt Aydinlar ê ku di 28'ê sibata 1994'an de ji aliyê Qereqola Polîsan a Gayrettepe ve hate binçavkirin û piştre tu agahî jê nehatin girtin pirsîn. Apê Aydinlar Cuneyt Aydinlar têkildarî mijdarê de axivî û wiha got: "Ez bang li kesên dibêjin em dê aştiyê bînin dikim. Heta hûn dosyayên veşarî venekin dê çawa aştî pêk bê. Heta kiryar neyên darizandin aştî ma çêdibe?"

Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 414'an li Qada Galatasarayê bi pankarta "Kiryar diyar in winda li ku ne" û wêneyên kesên hatin windakirin li dar xistin. Dayîkên Şemiyê aqubeta zarokên xwe pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin.

Dayîka Murat Yildiz Hanîfe Yildiz di çalakiyê de ewil axivî û diyar kir ku çavên Dayîka Berfo ya hefteya borî jiyana xwe ji dest da vekirî man û wiha got: "Serokwezîr Erdogan soz dabu Dayîka Berfo dê hestiyên kurê wê peyda bike. Dema neheqiyek li hemberî Serokwezîr tê hesabê dipirse lê soza daye dayîkê bi cih neyna. Divê serokwezîr ji xizmên windayan lêborînê bixwaze."

Yildiz, gotinên Dayîka Berfo yên: "Dewlet û hikûmet ez heta vir hatim. Destên min vala nerêke hestiyên zarokê min bidin" bi bîrxistin. Birayê Nurettîn Yedîgol ê ku di 10'ê nîsana 1981'an de hate binçavkirin û tu agahî jê nehatin girtin Muzaffer Yedîgol jî bang li hikûmeta AKP'ê kir û wiha got: "Ji ser gora gelan rabin. Hûn ji berpirsiyarên 28'ê sibatê hesabê dipirsin lê hûn hesaba windayên me napirsin."

'LI VIR ÊDÎ NIFŞÊ 3'YEMÎN RÛDINE'

Apê Cuneyt Aydinlar ê ku di 28'ê sibata 1994'an de ji Qereqola Polîsan a Gayrettepe ya Stenbolê ve hate binçavkirin û careke din tu agahî ji wî nehatin girtin Cuneyt Aydinlar jî wiha got: "Ez li vir bang li xizmên polîsên wê demê peywir dikirin dikim. Kur ji bavên xwe dayîk ji kurên xwe bipirsin ka wê demê destên wan bi xwînê ketin? Bila kur pirsa 'Bavo te qet kurd kuştin?' dayîk jî 'kurê min te kesek winda kir?' bi pirsin. Ez bang li kesên dibêjin ''m dê aştiyê bînin' dikim. Heta hûn dosyayên veşatî venekin dê çawa aştî pêk bê. Heta kiryar neyên darizandin dê çawa aştî pêk bê. Polîsên Cuneyt winda kirin heke hinek wijdana wan hebe dê bên li vir biaxivin. Dibe ku niha jî di navbera me de bin. Êdî li Qada Galatasarayê nifşê 3'yemîn dirûne."

'HETA KIRYAR NEYÊN DARIZANDIN EV DOSYA NAYÊ GIRTIN'

Endama Komîsyona Li Hemberî Windayan a ÎHD'ê Nîmet Tanrikulu çîroka hefteyî xwende û wiha got: "Kesên bi hêza dewletê zarokên me winda kirin difirkirîn ku dê bi vê yekê wan heta dawiyê biveşêrin. Lê nezanîn dê malbat û parêzvanên mafên mirovan vê hesabê bipirsin." Tanirkulu, diyar kir ku di kolandina 17-25'ê sibata 2012'an de hestiyên ayîdî Mehmet Emîn Aslan ê ku 18 sal berê ji aliyê leşkerên tabura Kerboranê ve hate windakirin bû.

Tanrikulu, da zanîn ku dayîka Aslan jî weke Dayîka Berfo bêyî hestiyên kurê xwe peyda bike jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: "Em dê heta hesaba vê yekê dipirsin li qada bin." Tanirkulu çîroka Cuneyt Aydinlar xwend û da zanîn ku polîsên ji Aydinlar gotin "Tu ji mirinê re amadeyî tu ji mirinê re diçî" hêj nehatine darizandin. Tanirkulu, bilêv kir ku ji mirina Aydînlar Serkomîser Ahmet Erkut, polîs Dogan Ozdemîr, Mehmet Yalin, Alî Çînal, polîsên li Midûriyeta Şaxa Personelan a Stenbolê ên TMŞ Hejmar 3 berperisiyar in. Tanirkulu, da zanîn ku heta kiryar neyên darizandin û ceza negirtin ev dosya nayê girtin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.