Keyayê gundê Marînosê hate binçavkirin

Keyayê gundê Marînosê hate binçavkirin

Keyayê gundê Marînosê yê Colemêrgê Îdrîs Temel, biraziyê wî Ezîz Temel hatin binçavkirin.

Keyayê Marînosê yê Colemêrgê Îdrîs Temel, biraziyê wî Ezîz Temel hatin binçavkirin. Îdrîs Temel û biraziyê wî Eziz Temel dema diçûn Colemêrgê li noqteya Depînê di kontrola nasnameyan de hatin binçavkirin. Temel û biraziyê wî birin Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê. Polîsan piştre di ser mala keya de girtin û lêgerîn pêk anîn.